​​​​​​​Antonio Guterres: Asta destwerdana di Lîbyayê de gihaştiye asteke  xeter

Sekreterê giştî yê NY`î Antonio Guterres got, destwerdana derve ya di Lîbyayê de gihaştiye asteke xeter.

Sekreterê giştî yê Antonio Guterres, di kongreyek Konseya Ewlehiyê de li ser asta wezîran bi rêya Online, rave kir ku ew ji sewqkirina hêzên leşkerî li dora bajarê Sirtê yê di navbera Terablusê li rojavayê welêt û Binxazî li rojhilatê wî de bi fikar e.

Dewleta Tirk di çend mehên dawîn de bi hezaran çeteyên Sûriyê şandin Lîbyayê da ku bi milîsên çekar re ku Terablusê kontrol dikin re, şer bikin.

Enqerê heman demê de serbazên xwe şandin Lîbyayê û odeyên meşandina şer li Lîbyayê ava kirin da ku desteka hikumeta El-Sirac bike.

(şx)


Mijarên Din