Apê Abdurehman... çandina darên nû yên cur bi cur pêşxist

Apê Abdurehman ê yek ji firoşkarê yekem ê sûka bajarê Hesekê ye, tevî malbata xwe bi kedeke mezin karî cureyên nû yên fêkiyan mîna hinar, sêv, xox, incas, gêlaz û bayîk ên berê tenê li herêmên navîn ên Sûriyeyê hebûn, li herêma Cizîrê jî bigihîne.

Gelek sîstemên desthildatdar li Sûriyeyê serweriya xwe kirine, ya herî girîng jî rejîma Baasê ye ku Sûriye ji aliyê çandiniyê ve jî parçe kir. Li herêma Bakur ê Sûriyeyê her çendî xaka wê ya berhemdar û avhewaya wê baş jî bû, lê ji çandina darên fêkiyên cuda hatibû mehrûmkirin. Çandiniya li herêma Bakurê Sûriyeyê bi taybet li herêma Cizîrê genim û ceh bûn.

Tevî pêkanîn û kiryarên siyaseta heyî ya li herêmê li ser cotyaran dihatin kirin jî, cotyaran dîsa li ser xaka xwe karî çandiniya berhemên fêkî û cureyên cuda biparêzin. Bi ragihandina Rêveberiya Xweser re li herêmê kir ku girîngiyeke zêdetir ji bo çandiniyê bêdayîn û li herêmê cureyên nû yên çandiniyê hatin çandin.

Apê Abdurehman Emîn û malbata wî çandiniya darfêkiyên ku sîstema desthilatdar mehrûm kiribû, parastiye. Apê Abduriheman diyar kir ku hezkirina xakê û çandina daran bi qanûnan nayên mehkûmkirin.

Apê Abdurehman Emîn (60) tevî malbata xwe li gundê Şemoke yê ku nêzî 20 kîlometre dikeve rojavayê bajarê Hesekê dijîn. Li şûna berê xwe bide bajar jiyana gund hilbijart. Ji bo debara xwe jî karê çandiyê dike.

Li ser zeviya bi qasî 15 donim erd, zêdetirî 20 sal e her cure dar, lê bi rêjeyeke kêm dar diçîne. Zêdetirî jî sebzeyên havînî û werzî diçîne.

Bi ragihandina Rêveberiya Xweser û girîngiya wê ya bi çandiniyê re, apê Abdurehman lez da çandina darên biberhem ên mîna hinar, sêv, xox, incas, gêlaz, tirî, tû, hejîr, bayîk, behîv, mişmiş û zeytûn ên ku çandina wan berê li herêmê qedexe bûn.

Ji ber guhartina rewşa avhewayê ya werza zivistanê, apê Abdurehman darên hinarê li derdora baxçeya xwe da ku parastina ji hewaya sar bike, çandin. Li ser vê yekê apê Abdurehman wiha got: "Min cureyên hinaran ên tirş, şîrîn û tehl çandin. Ji dêvla parastinê jî, em hinaran jî difiroşin."

Apê Abdurehman 2 cure tirî yên Hilwarnî û Xabûrî bi alîkariya zarokên xwe di werzê de difiroşe. Rojane nêzî 30 sendoqan li sûkên bajarê Hesekê difiroşin. Ji wê jî zêdetir hin cureyên din ên tirî difiroşin, bi taybet ji bo çêkirina dimsê ne.

Ji ber ku ji xwezayê hez dike û debara xwe jî pê dike, apê Abdurehman û zarokên wî parastina daran jî dikin, lê ji ber li gorî pêwîst bi zanistî nebûn her zirar dikirin. Lewre zarokekî wî endazyariya çandiniyê dixwîne. Bi zanistî çavdêriyê li ser tevahî daran dike. Apê Abdurehman li ser vê wiha dibêje: "Di dema çandina darên sêvê de, divê bên aşlekirin, ji ber girîngiyeke taybet dixwazin.”

Apê Abdurehman destnîşan kir ku çandinî hemû pêdiviyên wan di havînê de dabîn dike û got: "Hemû cureyên sebzeyan diçînin. Lê belê di havîn de em nafiroşin. Lewre sebze û fêkiyan ji sûkê nakirin. Ji ber ku em diçînin."

Apê Abudrihman hewl dide projeya xwe fireh bike. Lê belê pêwîstî bi girîngî û baldariyeke mezin heye. Li aliyekî êşa kêmbûna avê di havînê de dikişîne.

Her wiha tê xwestin ku Desteya Çandiniyê ya Herêma Cizîrê piştevaniya van projeyên biçûk ên ji çandina cureyên nû ji daran ku berê li herêmê hatibûn qedexekirin, bike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din