Aramî û hiyşarkirin li herêmên bêçek di nava binpêkirinên agirbestê de

Li herêmên qaşo bêçek aramiya bihişyar li gel roja 4’emîn a agirbestê heye. Her wiha dem demê ji hêla rejîm û komên çete yên bi piştevaniya Tirkiyê binpêkirin heye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku aramiya bihişyar li herêmên qaşo bêçek heye. Agirbesta nû di roja 4’emîn de ye.

Balafirên rejîm û garantorê Rûsyayê ji sibeha roja şemiya 31’ê Tebaxa borî de, li asîmana herêmên bêçek negerîne.

Navenda Çavdêriyê şevê berê binpêkirina agirbestê belge kir. Her wiha bombebarakirin ji her du aliyan hêzên rejîmê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê ve li bejahiyên Heleb û Idlibê ve pêk hatin. Şevê berê hêzên rejîmê deverên Meret Hirme, Rikaya û Kefer Sicne yên bejahiyên başurê Idlibê û gundê Bedmaya yê bejahiya rojavayê Idlibê topbaran kirin.

Di heman demê de çeteyên Tirkiyê gelek nuqteyên hêzên rejîmê yên li Zimar û Herîşe yên başurê Helebê topbaran kirin. Her wiha navendê gelek dîmenên teqînan ên li eniyên şer ên li rojhilatê Idlibê li herêma Xiwên kişandin.

Navenda Çavdêriyê duh vekişîna çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) ji nuqteyên xwe yên li nêzî rêya navdewletî ya ku Heleb û Şamê bi hev ve girê dide ya li gorî peymana Rûsya û Tirkiyê, derewand û tekez kir rejîmê amadekariyên leşkerî şandina derdora Helebê. Ev jî tê wateya nêzbûna binkeftina agirbesta nû.

(fr)


Mijarên Din