Armacên Tirkiyê yên ji bo herêma “ewle

Nivîskar û rojnameger Mustefa Ebdî got: “Armanca Tirkiyê ya ji bo  herêma “ewle” ew e ku bi hezaran penaberên Ereb ên Sûriyê ku li Tirkiyê ne, di mal û warê gelê Kurd ê Sûriyê de bi cih bike. Mînaka vê yekê Efrîn e. Van herêman bi wîlayetên wek Riha yan jî Nisêbînê ve girê bide.”

Nivîskar û rojnameger Mustefa Ebdî gotarek bi navê ‘Li Sûriyê çi ji Tirkiyê re maye’ di hejmara 54 a kovara Rojhilata Navîn de weşand. Mustefa di nivîsa xwe de balê dikişîne ser siyaset û kiryarên Tirkiyê yên li ser Sûriyê, bi taybet li herêmên Bakurê û Rojhilatê Sûriyê.

Di nivîsê de tê gotin, projeya AKP‘ê ya Tirkiyê her ku diçe bibin dikeve. AKP kaxezên xwe yên li Sûriyê, bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, projeya herêma “ewle" winda dike, ku hewl dide wekî wesîleyekê ji bo dagirkirina herêmên din ên di bin serweriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û bi çavdêriya navdewletî de bi kar tîne û van herêman wekî "ne ewle" bi nav dike.

Mustefa Ebdî diyar dike ku binkeftina Tirkiyê di Sûriyê û têkçûna projeya wa ya mezin de ya ku "Îwan El-Muslimîn" deyne ser desthildariyê hişt ku li lêgerîn û aternatîfan bigire. Êdî xeyalên wê di çarçoveya şerê Kurd û hevalbendên wê yên Ereb de ma, da ku destkeftiyên ku bi berdêlên siyasî û xwînê qezenc kirine têk bibe.

Enqerê beşdarbûna nûnerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hevdîtinên navdewetî de qedexe kir.

Mustefa Ebdî destnîşan dike ku Enqerê bi hemû rêbazan beşdarkirina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hevdîtinên Cinêvê de red kir. Tevî ku nûnerên Bakur û Rojhilatê serweriya zêdeyî nîvî Sûriyê dike û hejmara artêşa wê qasî 30 hezaran şervan e. Her wiha 30 hezar endamên Hêzên Ewlehiyê û Antî-Teror e ku di şerê li dijî rêxistinên terorîst bi cesaret şer kirin.

Di nivîsê de her wiha tê diyarkirin ku Enqerê beşdarbûna nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hevdîtinên Astanayê jî red kir, ji bo ku Kurd û Ereb ên siyasetên wê napejirînin beşdarî hevdîtinan nebe VÎTO bi kar anîn. Êrîşên Tirkiyê tenê di warê doplomasî de sînordar nema, lê belê di aliyê aborî de jî deriyên sînor bi temamî girtin. Li dirêjahiya xeta sînor dîwar lêkirin, hemû kesên hewl didin sînor derbas bikin, kuştin, cotkar û şîvan ên zevî û baxçeyên wan li ser sînor kirin hede.

‘Gefên Tirkiyê hene, lê dûr in’

Mustefa Ebdî wiha didomîne "Gefên Tirkiyê yên leşkerî hene, lê ji ber aliyên navdewletî lihev nekirine û Rûsya û Emerîkayê destûr nedane pêkanîna van gefan hîna dûr e. Bi biryareke mîna vê piştî lihevkirinê dev ji çekarên opozisyonê li Xûtaya Rojhilat, Qabûn, Berzê yên gundewarê Şamê berde û ew neçar kirin ku ji van herêman vekişe û ber bi bakurê Sûriyê yên di bin serweriya wê de biçe, li beramberî wê Rûsya rê bide Tirkiyê ku derbasî Efrînê bibe. Bi vê yekê 20‘ê Çileya 2018‘an bi operasyoneke lerşkerî bi beşdarîbûna derdora 30 hezar çekdarên opozisyonê û çeteyên DAIŞ‘ê dest pê kir.

Di gotarê de her wiha bal tê kişandin ser siyaset û kiryarên Tirkiyê, bandora êrîşên wê yên li ser herêma Efrînê, Tirkiyê bû sedema kareseteke mirovî ku encamên wî heta îro nesekinîne. Kiryarên wê gihiştin asta sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiya derheqê niştecihên herêmî de.

Nivîskar û rojnameger Mustefa Ebdî plana Enqerê ya derbaskirina artêşa xwe di herêmên de û avakirina bargehên leşkerî, hêzên ewlehî û rêveberî di bin serweriya wê de eşkere dike, piştî ku hêzên leşkerî û ewlehî, sazûmaniya rêveberiyê ya ji sala 2012‘an de hatiye avakirin û koçberkirina piraniya niştecihên wê.

Nivîskar û rojnameger Mustefa Ebdî balê dikşîne ser herêma “ewle” û diyar dike ku armanca Tirkiyê ji herêma “ewle" ew ku veguhestina bi hezaran penaberên Ereb ên Sûriyê li ser xaka wan mîsoger bike da ku wan li war û malên Kurdên Sûriyê de bi cih bîne mîna Efrîn, gundewarên Bab û Cerablusê û meclisên herêmê girêdayî xwe ava bike. Her wiha van herêman bi wîlayeta Nisêbên an jî Rihayê ve girêda bide mîna li Efrîn, Cerablus, Bab û Ezazê kiriye, her wiha çand û zimanê Kurdî ferz bike.

(bb)

ANHA


Mijarên Din