​​​​​​​'Armanc biratiya gelan û vîna gelê Efrînê ye'

Jinên Helebê yên ku piştgirî dan Berxwedana Serdemê gotin ku dewleta Tirk a dagirker biratiya gelan a li Efrînê kirin armanc û bang li civaka navneteweyî kirin ku dagirkeriyê bi dawî bikin da ku şênî li warê xwe vegerin.

Di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo piştgiriyê berê xwe dan Efrînê.

Ji bajarê Helebê jî bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û taxên rojhilatê herikîn Efrînê.

Jina bi navê Şêrîvan Mihemed a ji taxa Şêxmeqsûdê di nav şandeya ku ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê de çû Efrînê dibêje ku tevî ku dewleta Tirk a dagirker çekên giran bi kar dianî, lê şêniyên Efrînê li eniyan li ber xwe dan, teslîmiyet qebûl nekirin da ku destkeftiyên ku bi keda şehîdan hatine hatine bidestxistin biparêzin. Şêrîvan Mihemed diyar kir ku dagirkirina Efrînê komployeke navneteweyî bû.

'BERXWEDAN HETA VEGERÊ BERDEWAM E'

Şêrîvan Mihemed wiha domand: "Em ji şer û bomebebarana li Efrînê netirsiyan. Em şahidê îsrara şêniyên Efrînê ya berxwedanê ne. Me gelek çalakî li dijî êrişên dewleta Tirk li gundên li beramberî sînor û eniyên berxwedanê li dar xistin da ku moralê şêniyan bilind bikin û piştgiriyê bidin berxwedana wan."

Şêrîvan diyar kir ku berxwedana şêniyên Efrînê li Şehbayê berdewam e û got: "Berxwedanî û îsrara vegerê girêdana şêniyên Efrînê bi erd û axa xwe ve ji dewleta Tirk a dagirker re îsbata kir. Her çendî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xirabî û wêranbûn bikin û darên li Efrînê qut bikin da ku hêviya şêniyan a vegerê qut bike, lê şênî wê vegerin warê xwe û dê warê xwe ji nû ve ava bikin."

'PÊKHATEYÊN EFRÎNÊ DI BIN SÎWANA NETEWEYA DEMORKATÎK DE DIJÎN'

Jina bi navê Wîdad Helebî ya ji pêkhateyê Ereb di şandeya çû Efrînê de bû da zanîn ku ew li hemberî êrişên li ser Efrînê bêdeng neman û wiha got: "Em çûn Efrînê da ku piştgiriya xwişk û birayên xwe yên Kurd bikin, ji ber ku em li ser xeta biratiya gelan û jiyana hevbeş a ku rêber Abdullah Ocalan pêkêş kiriye, dimeşin."

Wîdad Helebî diyar kir ku Efrîn beşek ji xaka Sûriyê ye, pêkhateyên wê mîna mûzaîkekê bi hev re di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re dijîn.

ÎSRARA GIRÊDANA BI XAKÊ VE

Wîdad behsa tecrûbeya xwe ya çûyîna Efrînê kir û wiha domand: "Efrîn bi zeviyên xwe yê çandinî, deşt û çiyayên xwe û şûnwarên xwe yên ku vedigerin hezarên salan wekî buhiştek li ser erdê bû. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker ew kir hedef da ku dest deyne ser xêr û bêra wê û herêmê wêran bike."

Wîdan îşaret bi girêdana gelê Efrînê bi xaka xwe ve kir û diyar kir ku "Gelê Efrînê ji bomebebarana balafirên Tirk neditirsiya û di wê baweriyê de bû ku wê ev xaka li xwediyê wê vegere û dê dagirker nikaribe desteser bike."

'JIN Û ZAROK BÊ GUNEH HATIN QETILKIRIN'

Wîdad Helebî îşaret bi komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî sivîl û zarokan kir û ev tişt diyar kir: "Gunehê zarok û jinan çi bû ku ser xaka pîşeyên xwe yên ku tê koşiyan û li ber xwe dan ta kantonê gihandin rewşa beriya dagirkirinê werin qetilirin? Kanîn rêxistinên mafên mirovan da ku binpêkirinên dewleta Tirk bi dawî bikin?"

Wîdad Helebî di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku bi lez destwerdanê bikin, dagirkeriyê bi dawî bikin û Efrînê li xwediyê wê vegerînin.

ANHA


Mijarên Din