Armanc li şûna ezberkirinê danûstandin di navbera şagirtan û mamostayan de çêbibe

Materyalên Rêveberiya Xweser ku ji bo sala perwerdeyê ya 2019-2020`an têne amadekirin, parvekirina zanyariyan û lêkolîn, dûrî ezberkirinê armanc dike. Rêveberî dê 4 milyon û 882 hezar pirtûkên bi sê zimanan, kurdî, suryanî û erebî ji bo sala xwendinê ya bê çap bike.

Di materyalên sala perwerdeyê ya 2018-2019`an de ya ji hêla Saziya Materyalan ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser  a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatine amadekirin di her sê astên xwendinê de seretayî, navîn û amadehî hindek şaştî derketin. Şaştî girêdayî şêwaza parvekirina agahiyan, binavkirin, şêwaza rêzkirina agahiyan li gorî astên xwendekar, tevî şaştiyên di dîrokan de û hindek kêmasiyên teknîkî bûn.

Şaştî tên sererastkirin

Ew şaştî bûn cihê rexneyên şêniyan û kesên têkildarî warê perwerdehiyê bûn. Li ser wê û li gorî têbiniyên gerînendeyên perwerdeyê, navendên perwerdeyê û mamosteyan pêşkêş kirine hindek ji wan şaştiyan hatin sererastkirin. Her wiha Saziya Materyalan ji bo şaştiyên ku di materyalan de derketine di 13`ê  Cotmeha 2018`an de bi daxuyaniyekê ji raya giştî re lêborîna xwe xwest û tekez kir ku dê şaştiyan sererast û derbas bike. Saziyê ji bo pêşketina sîstema perwerdeyê banga pêşkêşkirina nêrînan kir.

Materyal nayên guhertin

Piştî daxuyaniya saziyê û li gorî pêşniyar û nêrînên girêdayî materyalan hatine ber destê saziyê, saziyê dest bi guhertinên pêwîst kirin. Li gorî berpirsên materyalan, ji bo derbaskirina şaştiyan di sala perwerdeyê ya 2018-2019`an de matreyal nayê guhertin tenê şaştî dê werin sererastkirin.

Rêveberiya Xweser di Nîsana 2016`an de gavek nû di warê perwerdehiyê de avêt Ji bo avakirina nifşek nû, bi dîrok û çanda xwe zana, materyalek nû amade kir. Di sala perwerdeyê ya 2016-2017`an de materyal li gorî zimanên pêkhateyên herêmê bi Kurdî, Erebî û Suryanî hate amadekirin.

Sererastkirin bi rêya lêkolîn, lêveger û perwerdekirina kadroyan pêk tê

Saziya Materyalan ji bo ku şaştiyan derbas bike û nahêle di sala 2019-2020`an de dubare bibin, dest bi dayîna semînerên girêdayî hindek şaştiyên ku di materyalan de derketine, şîrovekirina makenîzmeya lêkolîn û lêvegere hûr û kûr ji babetên ku li gorî materyalên pêşketî hatine amadekirin, kir. Li gorî endama Rêveberiya Saziya Materyalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xelat Silêman saziyê li gel dayîna semîneran kadroyên xwe li ser amadekirina lêkolînên zanistî, awayên tekezkirinê, berfirehkirina makenîzmeya vekolînên ramanî(fikrî) û nîqaşan perwerde dike.

Saziyê şaştî bi rêjeya ji sedî 50 sererast kir û derbasî qonaxa çapkirinê bû

Li gorî Saziya Materyalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sedî 50 şaştî di materyalên her sê astên xwendinê de seretayî, navîn û amadehî hatine sererastkirin û niha di qonaxa çapkirinê de ye. Rêjeya mayî hîna di qonaxa guhertin û sereraskirinê de ye.

Têgihiştin û lêkonîn bingeh e

Endamê Rêveberiya Saziya Mateyalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mekseb El-Seyah girêdayî armanca guhertina materyalan got: "Bi rêya guhertinên ku em di materyalan de çêdikin, em hewl didin şêwazê xwendinê yê berê yê dayîna agahiyan û ezberkirinê bi şêwazekî nû û pêşketî biguhêrin, da ku xwendekar bi xwe agahiyê lêkolîn bike û sûd jê bigire. Bi vê yekê xwendekar ji kesê ku tenê agahî dibe û ezber dike veguhere kesek agahiyê fêm dike û lêkolîn dike da ku di pêşerojê de sûd jê bigire."

Dê 4 milyon û 882 hezar pirtûk bi her sê zimanên fermî werin çapkirin

Li gorî ku hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko, desteyê amadekariya çapkirina 4 milyon û 882 hezar pirtûkên her sê astên xwendinê dike jê, milyonek û 964 pirtûkên materyalên bi zimanê Kurdî, 2 milyon û 903 hezar bi zimanê Erebî ji asta seretayî re. 583 hezar pirtûk bi zimanê Kurdî, 605 hezar bi zimanê Erebî ji asta navîn re. Bi zimanê Suryanî 10 hezar û 500 ji asta seretayî û 4 hezar û 500 sata navîn re. Ji bo asta amadehî  bi zimanê Kurdî 312 hezar, zimanê Erebî 247 hezar.

Rêveberiya Xweser di sala perwerdeyê ya 2018-2019`an de derfetên perwerdeyê li pêşiya 750 hezar û 43 xwendekaran ji her du zayandan ji her sê astên xwendinê peyda kirin. Ji bo wê 4 hezar û 223 dibistan û 36 hezar û 32 mamoste amade kirin. Ev hejmar herêmên  nû hatine rizgarkirine di nav xwe de nagire.

(şx)

ANHA


Mijarên Din