Armanca bûyera Zînî Wertê afirandina nakokiyek di navbera Kurdan de ye

Endamê Komîteya Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê Ebdulrezaq Mihemed bang li hikumeta başûrê Kurdistanê kir ku li gorî daxwazên gelê Kurd kar bikin û got: “Dagirkeriya Tirk ji ber tirsa ji yekîtiya Kurdan bûyerên Zînî Wertê afirandin. Lewra hewl dide parçebûnek din di navbera Kurdan de çêbike.”

Dewleta Tirk nakokî û pêşketinên li herêma Zînî Wertê ya girêdayî navçeya Rewandiz a parêzgeha Hewlêrê li başûrê Kurdistanê ji bo berjewnediyên xwe bi kar tîne. Ew sedema sereke ya wan nakokî û pirsgirêkên ku di navbera partiyên Kurd de çêdibin e. Dagirkerî ji wan nakokiyan armanc dike çarxa nakokiyê di navbera aliyên siyasî yên Kurd û partiyên wê de li gel şertên kirîtîk ên ku qada Kurd tê re derbas dibe, kûrtir bike.

Nerazîbûnên gelêrî li hember reftartiyên PDK`ê ya ku hêzên xwe yên leşkerî li wê herêmê kom kirin û topbarankirina Tirkiyê Zînî Wertê ya li nêzî çiyayên Qendîl zêde dibin. Ev nerazîbûn destnîşan dikin ku Tirkiyê bi armanca binxistina hewldanên yekîtiya Kurd li Rojava û parçeyên Kurdistanê êrişî herêmê dike.

Endamê Komîteya Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê Ebdulrezaq Mihemed di hevdîtinekê de bi ANHA’yê re diyar kir ku Zînî Wertê herêmek stratejîk e li nêzî çiyayên Qendîlê ye. Tirkiyê bi armanca afirandina tengasiyan ji Qendîlê re êrşî kir û pêşmerge şandin wir.

‘DEMA ÊRIŞAN KIRÎTÎK E Û ARMANC JÎ TÊKBIRINA YEKÎTIYÊ YE’

Mihemed di destpêka gotinên xwe de îşaretpê kir ku êriş di demek kirîtîk de pêk hat di dema ku Kurd hewl didin yekîtiyê pêk bînin û partî jî nêzî hev dibin.

Mihemed wiha domand: "Dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike Kurdan ji hev dûrxîne. Yekîtiyê têk bibe. Ev xewna wê di dirêjahiya dîrokê de ye. Ev jî bandor li yekîtiya Kurd dike ya ku her kurdek li çar parçeyên Kurdistanê dixwazin ku pêk were."

‘DIVÊ HIKUMETA BAŞÛR LI GORÎ DAXWAZÊN GEL KAR BIKE’

Mihemed bal kişand ser ku Tirkiyê baş dizane ger yekîtî pêk were dê serkeftinên mezin werin bidestxistin û bi awayekî fermî bi Kurd were îtîrafkirin û got: "Tirkiyê van hemûyan qebûl nake. Mixabin di dema ku Kurd wek hêzên siyasî û leşkerî bi hêz li Rojhilata Navîn tên hesibandin, bi taybet li parçeyên Kurdistanê, hinek hêzên Kurd dikevin bin bandora planên dewleta Tirk. "

Mihemed di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku ji ber siyasetên Tirkiyê yên nejadperestî û hovane bi sed hezaran Kurd hatin kuştin û koçberkirin û wiha pê de çû: "Em ji tevahiya dewletên cîhanê dixwazin li dijî dewleta Tirk bisekinin û bendekê jê re dînin. Her wiha em bang li hikumeta herêma Kurdistanê dikin ku xizmeta gelê Kurd bikin. Ji bo ku Kurd mîna pêkhateyên din di nav aştî û azadiyê de bijîn."

‘TIRKIYE JI ISRARA KURDAN A BERXWEDANÊ DITIRSE’

Têkildarî israra Kurdan li ser berxwedanê li dijî zordestan Mihemed diyar kir ku Kurd hîna sembola serkeftinê û berxwedanê ne. Ew di berxwedanê de ji bo ku azadiyê bidest bixin bi israr in. Tirkiyê jî ji vê israrê ditirse û hewl dide Kurd nebin yek hêz.

Mihemed bang li tevahiya partiyên Kurd, siyasetmedaran, serokên Kurdan û nivîskaran kir ku ji bo fedekariyên şehîdan yekîtiyê pêk bînin.

Di dawiyê de endamê Komîteya Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê Ebdulrezaq Mihemed got: "Di vê demê de destpêkê berxwedan pêwîste, piştre yekîtî tê. Bi yekîtiyê em ê li hember dijmin û dagirkerên Kurdistanê xurt bibin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din