Armanca diyarkirina sînorê deryayî yê di navbera Misir û Yewnanîstanê de çi ye?

Misir û Yewnanistanê peymana diyarkirina sînorê deryayî di navbera xwe de îmze kirin. Ev ê yekê dewleta Tirk hêrs kir. Nivîskarê misirî Mehmûd Besyonî diyar kir ku ev îmzekirin mîna derbekirina mezin a projeya Osmanî ya dewleta Tirk e û got: “Dewleta Tirk hewl dide mafên dewletên Rojhilata Navîn bi vê projeyê binpê bike.”

Îro Wezareta Karên Derve ya Misirê ragihand ku wezîrê derve Samih Şukrî bi hempîşeyê xwe yê Yewnansitanê Nikos Dundas re peymana nexşekirina sînorê deryayî ya di navbera her du welatan de îmze kiriye.

Di demeke berê de Yewnanistanê ragihandibû ku amade ye berê xwe bide dadgeha edaletê ya navneteweyî ya li Lahyê. Da ku mijara nexşekirina sînorê deryayî nîqaş bike. Her wiha Yewnanistanê da zanîn ku bawerî bi reftarê dewleta Tirk a di NATO’yê de nayê û tevlîheviyê çêdike.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê ragihandibû ku peymana nexşekirina sînorê deryayî ya di navbera Misir û Yewnanistanê de red dikin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi nivîsekê li ser malpera xwe bi bîr xist ku peymana ku wezîrê derve yê misirî Samih Şukrî û yê yewnanistanî Nikos Dundas li Qahîrayê îmze kiriye "ji bo Enqereyê derew û hilweşiyayî ye".

PÊNGAVA GIRÎNG

Nivîskar û rojnamegerê misirî Mehmûd Besyonî ji ANHA’yê re axivî û got: “Diyarkirian sînorê deryayî yê di navbera Misir û Yewnanîstanê de ji bo têkiliyên herdu welatan û hevkariya stratejîk pêngavek giringe. Ev peyman a sêyemîn e ku Misir ji bo nexşekirina sînora xwe ya deryayî pêk tîne, beriya wê jî bi Qubirs û Erebistana Siûdiyê re jî pêk anîbû. Misir di wê peymanê de li gorî qanûna navdewletî tev diğer. Li ser vê bingehê jî NY’yê belgekirina van peymanan erê kir.”

JI BO PROJEYA DEWLETA TIRK DERBEYEKE MEZIN E

Besyonî destnîşan kir ku ev peyman ji bo projeya Osmanî ya Tirkiyê derbeyek mezin e û wiha axivî: “Tirkiye hewl dide bi vê projeyê mafê dewletên Rojhilata Navîn binpê bike. Bi vê yekê Misirê parastina giştî ya pêngavên rewa yên navdewletî der barê vekolîna li ser gaza li rojhilatê Deryaya Spî de wergirtin.”

GIRTINA DERÎ LI HEMBER DEWLETA TIRK A DÎKTATOR

Beysonî wiha domand: "Misir û Yewnanistanê mafên aborî li ava herêmî bi vê peymanê re dabîn kir. Her wiha bi wê re jî derî li hember hewldanên dewleta Tirk a dîktator ên vekolîna nerewa li ser gazê girtin."

PEYMAN AMADEKARIYA MEZIN A LI HEMBER BERJEWENDIYÊN TIRKIYÊ YE

Besyonî bal kişand li ser vê peymana misirî-yewnanistanî  û da zanîn ku israrkirina her du dewletan li hember dewleta Tirk a dîktator û peymanên wê yên nerewa bi hikumeta îxwanî ya li Lîbyayê re piştrast dike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din