Armanca herêma “ewle” dagirkirin e

MUHÎB SALHA

Piştî ku serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dê leşkerên xwe ji Bakurê Sûriyeyê vekşîne, daxwaza Tirkiyê ya avakirina herêmeke “ewle” li rojhilatê Çemê Firatê ket rojevê. Ev ku Tirkiye qalê dike, dê li ser xeta sinor bi firehiya 32 km di hundirê xaka Sûriyê de û dirêjahiya 460 km e. Tirkiye îsrar dike ku ew bi tena xwe herêma “ewle” ya ku dixwaze ava bike bi rêve bibe. Hincet jî li rojhilatê Firatê herêmeke “ewle” ku “terorîst” lê tine bin ava bike.  Da ku tecrubeya li herêmên rojavayê çemê Firatê pêk aniye derbasî rojhilatê Firatê jî bike. Her wiha Tirkiye bi hinceta ku dê ev herêma “ewle” “yekîtiya xaka Sûriyê biparêze” Kurdan li herêmê tine bike.

Kurd avakirina herêma “ewle” di bin rêveberiya Tirkiyê de red dikin

Nêrînên DYA û Tirkiyê yên derbarê avakirina herêma “ewle”ji hev ne dûrin. Lê heta niha her du alî li ser vê mijarê negihiştine lihevkirinekê. Tirkiye îsrar dike ku ew tenê rêveberiya herêma “ewle” bike. Amerîka jî îsrar dike ku rola hevalbendên wê yên Ewropayê jî di herêma behsa mijarê de hebe. Amerîka gefên cezayên aborî li Tirkiyê dixwe, eger nêzî Kurdan bibe. Kurd jî ji aliyê xwe ve avakirina herêmeke “ewle” di bin rêveberiya Tirkiyê de red dikin. Tirkiye aliyekî ji şerê Sûriye ye, di heman demê ne serbixweye û destekê dide terorîstên li Sûriyê.

Nebaweriya di navber aliyan de li pêşiya planên Tirkiyê de dibin kelem

Her çendî ku Tirkiye daxwazên xwe yên avakirina herêma “ewle” dûbare dike jî, tu gav nayên avêtin.  Ji ber bawerî di navebera aliyan de nîne. Di navbera Tirkiye û DYA, an jî di navbera aliyên Astanayê (Rûsya, Îran û Tirkiyê), an di navbera aliyên Sûriyê de ( Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê) bawerî tine ye. Girêdana DYA‘ê ya bi hevalbendên xwe Kurdên Sûriyeyê li pêşiya pêkanîna planên Tirkiyê dibe asteng. Hin çavdêr dibêjin ku planên Tirkiyê yên ji bo Sûriyê kevin in û ji bo hemû aliyan fikaran çêdike.

Dê destwerdana Tirkiyê aloziyê gurtir bike

Dagirkirina herêmên Sûriyê yên rojavayê Firatê (Bab, Ezaz, Efrîn û Cerablusê) ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, ji bo gelê Sûriyê cihê nerihetiyê ye. Ji ber ku Tirkiyê li herêmên ku dagirkiriye, demografiya herêmê diguhere û qirkirinên etnîkî pêk tîne. Hevalên Tirkiyê jî komên çekdar ên girêdayî Îxwam El-Mislimîn in. Ev kom îslamê di ser niştimaniyê re digirin. Lê veguhestina tecrûbeya Tirkiyê ya li herêmên rojavayê çemê Firatê ji bo rojhilatê wê çareseriya siyasî asteng dike. Aloziyê kurtir dike. Di heman demê de ferq û cudahiyê dixe nava pêkhateyên Sûriyê. Tecrûbeyên berê eşkere dikin ku destwerdana dewletekê di dewleta cîranê de bi çi navî be bila bibe, dagirkeriye.

Tirkiyê ji çavbirçîbûnê peymanan pêk nayîne

Tirkiyê bendên Astanayê yên girêdayî herêma “bêçek” û rêxistina El-Qaîde li Idlibê bi cih nayîne û çareseriyan bi şirîkên xwe Îran û Rûsyayê paşdixîne. Ev yek vedigere çavbirçîbûna wê di Sûriyê de. Di heman demê de ji nakokiyên siyasî yên navdewletî li Sûriyê sûdê digire da ku planên xwe pêk bîne.

Armanc dagirkirin e

Lê belê heman sedem dihêle ku hêzên bi nakok ên girêdayî herêma “ewle” şertên ku Tirkiyê diyar kirine, neyên qebûlkirin. Hemû aliyan pişta xwe dane daxwazên Tirkiyê yên herêma “ewle”, ji ber ku şertên Tirkiyê nayê wateya herêma ewle, armanca xwe dagirkirin e.

(bb)

ANHA


Mijarên Din