​​​​​​​Armanca koperatîfên jinan berfirehkirina rêgezên kolektîv e

Li navçeya Tirbesiyê ya kantona Qamişlo bi armanca piştgiriya aboriya civakî û belavkirina rêgeza kolektîv di kar de, gelek koperatîfên jinan hatin avakirin.

Komîteya Aborî ya Jinan a navçeya Tirbespiyê piştgiriya aboriya civakî, pêşxistina aboriya jinan, her wiha peydakirina pêwîstiyên welatiyan bi nirxên guncaw armanc dike.

Li kantona Cizîrê koperatîfên taybet ji bo jinan zêde bûne, yên girêdayî çandiniyê gihiştin derdora 16 koperatîfan.

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo piştî serkeftina koperatîfa baxçeyên sergirtî ya ku Komîteya Aborî ya Jinan destpêka sala 2017‘an destpê kiribû ku gelek cûreyên zebzeyên havînî peyda kir û 41 ton derbasî bazarên xwecihî kir koperatîf zêde bûn.

Koperatîfa Simbilên Rojava, ev koperatîf îsal bi beşdarbûna 10 jinên ji navçeya Tirbespiyê hatiye avakirin. Di vê çarçoveyê de gelek cûreyên zebzeyên zivistanî hatin çandin. Di baxçeyên sergirtî de şitlên hin zebzeyên havînî hatin danîn da ku derbasî bazarên xwecihî bikin. Komîteyê ji bo vê projeyê 500 donim erdê li rojhilatê navçeyê veqetand.

Bi armanca berfirehkirina koperatîfên çandiniyê yên taybet ji bo jinan komîteyê koperatîfek bi navê "Rojava" ava kir. Ji bo vê koperatîfê hezar donim erd hate veqetandin da ku zebzeyên havînî wekî xiyar, bacan, pîvaz û hin cûreyên din werin çandin.

Rêvebera Komîteya Aborî ya Jinan Behîra Îbrahîm destnîşan kir ku wekî Komîteya Aboriya Jinan armanca piştgiriya aboriya civakî ye, ji ber ku gaveke bêhempa ye ku jinên zevî biçînin û pê eleqedar bibin.

Behîra da zanîn ku çandina zebzeyên îsal pêngava destpêkê ya mîna projeyan e û got, ew destkê didin van projeyan û hewl didin di pêşerojê de pêş bixînin.

Endama koperatîfa Simbilên Rojava Xedîce da zanîn ku ew endamên koperatîfê bi zevî mijul dibin, ji çandin, reşandina derman û rakirina gîhayên bi zirar û got, ji saetên destpêkê yên sibehê ew dest bi kar dikin.

Xedîce diyar kir ku wan zebzeyên zivistanî mîna pîvaz û sîr çandine û dê demên bê de cûreyên din wekî bacan, bacê reş û îsot biçînin û derbasî bazaran bikin da ku bi nirxên guncaw werin firotin.

ANHA


Mijarên Din