'Armanca lidarxistina panelê nîqaşkirina dozên girêdayî ciwanan bû'

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê li Şehbayê ji bo nîqaşkirina dozên ciwanan û zanebûna wan, panelek li dar xist.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê bi dirûşma "Azadiya gelê şoreşger mîsogeriya jiyana azad e" panelek li dar xist. Panel dê 2 rojan dewam bike. 200 delege tev li panelê bûne.

Ciwanên tev li panelê bûne, der barê girîngiya lidarxistina wê û nîqaşkirina dozên ciwanan de ji ANHA`yê re axivî.

Ji rêveberên Komîteya Ciwanan a kantona Şehbayê Nacî Selama got armanca lidarxistina panelê nîqaşkirina dozên girêdayî ciwanan, pirsgirêkên wan û bandora wan li ser Sûriyê bi giştî, bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava salên şer de ku fikr û çand hate hilweşandin û ji aliyê dewletên desthilatdar ve hatin keysbazkirin.

Nacî Selama wiha domand: "Ciwan ji aliyê dewletên desthilatdar ve hatin keysbazkirin, wek madeyekê di navbera dewletan de di serdema nûjen de hatin bikaranîn. Ji ber wê  Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê berpirsa dozên ciwanan e. Ji fikrên neteweya demokratîk em dest bi hemleyên zanistî dikin û vediguherînin rêya wê ya rast."

Nacî Selama destnîşan kir ku dema dewleta Tirk a dagirker herêmên Rojava dagir kir hewl da bi rêya bazirganiyê ciwanan wan ber bi xwe ve bikişîne, wekî ku ew madeyek di destê wê de ne û xwestekên ciwanan şikandin û pêşeroja wan hilweşand, dewleta Tirk bi siyaseta ku li ser ciwanan pêk tîne, hewl dide çanda civakê hilweşîne.

Nacî Selama bang li ciwanan kir ku dûrî siyasetên dewleta Tirk bikevin.

PANEL JI BO CIWAN NÊRÎNÊN XWE BIBÊJIN Û REWŞA XWE NÎQAŞ BIKIN, DERFETEK E

Endama Komîteya Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Zeyneb Hisên lidarxistina panelê li hemû ciwanan pîroz kir, şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn û got: "Lidarxistina panelê pêngavek e da ku ciwan nêrînên xwe bibêjin, rewşên xwe nîqaş bikin û çareseriyê peyda bikin da ku xizmeta ciwanan bikin."

Zeyneb Hisên diyar kir ku ciwan rola xwe di hemû aliyên jiyanê de pêk tînin û ji ber wê jî divê têkoşîna xwe li gorî pîvanên fikrên azad, xurt bikin.

Zeyneb Hisên tekez kir ku ciwan hêza wan a taybet in, dikarin werin guhertin, ji ber wê jî dewletên dagirker dema herêmekê dagir dikin, destpêkê ciwanan dikin hedef, siyasetên xwe li dijî wan dimeşînin û  wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber wê jî divê hemû ciwan ji ber siyasetên dewletên dagirker hişyar bikin, fikrên xwe azad bikin û ji ber wê jî ev panel pêngaveke girîng ji ciwanan re ye."

(bx)

ANHA


Mijarên Din