​​​​​​​‘Armanca me rêgirtina li pêşiya tundiya li dijî jinan e’

Jinên ciwan ên li Kobanê destnîşan kir ku armanca wan ji pêngava "Na ji tundiya li dijî jinan re, na ji zewicandina jinên temenbiçûk re" ew e ku peyamekê bidin civakê da ku vê diyardeyê tune bikin.

Jinên ciwan ên li herêma Firatê bi rêya çalakiyên cihereng hewl didin peyamên xwe bigihînin civakê.

Yekitiya Jinên Ciwan di Îlonê de pêngavek bi dirûşma "Na ji tundiya li dijî jinan re, na ji zewicandina jinên temenbiçûk re" bi armanca sekna li hemberî tundiyê û rêgirtina li pêşiya diyardeyên xwekuştin û zewicandina keçên temenbiçûk, dabû destpêkirin.

Pêngav ji çalakiyên cihereng pêk hat. Di vê çarçoveyê de 13 civîn, 10 semînerên girêdayî bandora neyînî ya zewicandina jinên temenbiçûk û tundiya li dijî jinan li Kobanê û gundên wê hatin lidarxistin. Her wiha li gundên xetên rojhilat û rojavayê kantonê sînevîzyonên girêdayî cureyên tundiyê û encamên zewicandina keçên temenbiçûk hatin pêşandan.

Belavok û anketên girêdayî berpirsên tundiya li dijî jinan, rêbazên sekna li hemberî zewicandina keçên temenbiçûk hatin belavkirin.

Li gorî berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Tolîn Mihemed, sekna li pêşiya diyardeyên civakî û çareserkirina pirsgirêkên civakî nemaze yên çîna ciwanan armancên pêngavê ne.

Tolîn destnîşan kir ku civînên ku di çarçoveya pêngavê de hatine lidarxistin, ji aliyê tevlêbûna şêniyan û nîqaşên wan ve gelek baş bûn. Her wiha nêrîn jinan, şêniyan û pêşniyarên wan hatin girtin.

Tolîn wiha domand: “Pêngav hîna berdewam e. Armanca me jî ew e ku em ji cîhanê re diyar bikin ku keça biçûk nikare zarokan bîne û wan xwedî bike, di dema ku pêwîstiya wê bi eleqedariyê heye.”

Jineke ciwan a ji Kobanê Gulîzar Mihemed Cemo girêdayî pêngavê got: “Pêngav ji bo zanakirina civakê ye bi taybet jinên ciwan e. Da ku tevahiya cureyên tundiyê û xwekuştinê, rawestin. Pêngava me heta pêkanîna armancên wê berdewam e.”

Gulîzar Cimo di dawiyê de bang li tevahiya jinên ciwan kir ku tev li pêngavê bibin û li hemberî tevahiya cureyên tundiya li ser jinan li ber xwe bidin.

Tê payîn ku Yekitiya Jinên Ciwan di 25`ê Mijdar Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de komxebateke têkildarî tundiya li dijî jinan, qetilkirina wan û diyardeya xwekuştinê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevlêbûneke fireh a jinên ciwan li dar bixe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din