‘Armanca pêngavê, rizgarkirina sivîlan û bajarê Minbicê bû’

Fermendarekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê behsa deteyên pêngava rizgarkirina Minbicê ya ku di 1`ê Hezîrana 2016`an de destpê kiriye kir û got armanca pêngavê rizgarkirina sivîlan ji çeteyên DAIŞ`ê bû.

Çeteyên DAIŞ`ê dema bajarê Minbicê dagir kiribû, tevahiya şêwazên îşkenceyê û sûcan der heqê sivîlan de pêk anîn. Armanc ji avakirina Meclisa Leşkerî ya Minbicê ew bû ku bajar û şêniyên Minbicê ji DAIŞ`ê rizgar bikin. Piştî pêngava rizgarkirinê, li Minbicê tevgerek bazirganî mezin rû da. Niha Minbic ji aliyê bazirganî ve ji bajarên Sûriyê yên herî pêşketî ye.

Ji fermendarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Elî Necim ku tev li pêngava rizgarkirina bajêr bûbû ji ajansa me re behsa deteyên pêngavê kir, çawa destpê kir, çawa bi rêve çû û bi çawa bi şikandina çeteyan bi dawî bû.

Ebû Elî Necim  got: "Plana me ew bû ji du baskan ve êrîş bikin. Yek bendava Tişrînê û ya din pira Qereqozaqê. Her du bask li gundê Ewseclî gihaştin hev. Wê demê hejmara şervanên meclisê kêm bûn ji ber me bi QSD`ê re koordîne kir da ku alîkariya me bikin."

Ebû Elî destnîşan kir ku pêngava ji her aliyan ve pêşde diçû û çeteyên DAIŞ‘ê lawaz bû û wiha domand: "Çeteyên DAIŞ`ê sivîl wek mertalên zindî bi kar dianîn. Çeteyan li tevahiya cihan mayîn çandibûn, ji ber wê hin caran şervan hêdî hêdî pêşde diçûn. Lê me bi hezaran sivîl rizgar kir."

Di nav gotinên xwe de Ebû Elî anî ziman ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji bo rizgarkirina bajêr û şêniyan ji DAIŞ`ê gelek şehîd dane jê şehîd Feysel Ebû Leyla yê ku pêngav piştî şehadeta wî, bi navê wî dewam kir.

Ebû Elî îşaret pê kir ku piştî bidawîbûna pêngavê Rêveberiya Sivîl a Minbicê bi Meclisa Leşkerî ya Minbicê re civiya û erkên pêwîst di navbera Meclisa Sivîl û Leşkerî de hate parvekirin. Erka Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn parastina bajêr ji hundir û derve ve ji her tehdîdekê ye û wiha berdewam kir: "Erka me bû ku em bajarê Minbicê bikin nimûneya ewlehiyê.  Rêveberiya Sivîl jî erka birêvebirina bajêr, peydakirina pêdiviyên sivîlan, avakirina projeyên xizmetguzariyê û geşpêdan ji bo aboriya bajêr bir ser xwe."

Ebû Elî soz da gelê Minbicê ku ew ê bibin keleha asê li hember her tehdîdekê li dijî ewlehiya bajêr.

 Di dawiyê de Ebû Elî Necim salvegera sêyemîn a ragihandina pêngava rizgarkirina Minbicê ji terorê û cejna Remezanê li şêniyên Minbicê pîroz kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din