‘Armanca êrîşa Tirkiyê vegerandina DAIŞ`ê ye’

Endamê Kombûna Oldaran a Helebê Omer El-Şamî diyar kir ku armanca êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku ji nûve vegerandina DAIŞ`ê ye û got:``Erdogan Hitlerê serdemê ye, ji bilî kuştin û wêrankirinê tiştekî nizane. Em bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku ji bo parastina xaka xwe mil bidin milên hev.”

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Bi wê re jî bertekên gelerî û civakî yên cuda di navbera tevahiya alî û pêkhateyan tê nîşandan.

Endamê Kombûna Oldaran yê bajarê Helebê Omer El-Şamî li ser êrîşên dewleta Tirk ji nûçegihanê me re axivî. El- Şamî got: “Projeya Rêveberiya Xweser û Rêbaza Netewa Demokratîk ne bi dilê ``Osmaniya nû``ye. Ji ber vê yekê êrîşên dijwar û qirêj li dijî herêmên Sûriyê li ser navê Îslamê pêk tîne. Tirkiye dixwaze herêmê Tirk bike û demokrasiyê ji nav bibe.”

El-Şamî got ku Îslam banga qetilkirina sivîl û bêgunehan nake, xwînê narjîne û dersdirêjiyan nake. Herwiha tekez kir ku Îslam ji dewleta Tirk û çeteyê wê, dûre.

El- Şamî wiha domand:``Armanca dewleta Tirk ji êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nû ve rakirin û belavkirina DAIŞ`ê ye li herêmê ye. Ji  ber ku Tirkiye bi qestî piştgiriya terorê li Sûriyê kir û destek da çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusre.``

El-Şamî derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got:``Erdogan Hitlerê serdemê ye û ji bilî kuştin û wêrankirinê tiştek din nizane. Her cihê Tirk hebin talankirin û wêrankirin heye. Efrîn jî li ser vê yekê şahidekî ber bi çav e. Piştî Efrîn hate dagirkirin dest bi guhertina demografî kir û xwezayê wê wêran kir. Niha jî hewl didin heman sînaryo li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare bikin.``

Di dawiya axaftina xwe de endamê kombûna Oldaran ê Helebê Omer El-Şemî got:``Divê hemû gelên herêmê, Ereb, Kurd û Xiristyan li kêleka Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) parastina xaka xwe bikin û bibin yek rêz û parastina xwe bikin.``

(rr/bm)

ANHA


Mijarên Din