Armanca êrîşên li ser Idlibê kêmkirina rola El-Nusrayê ye

Çavdêran der barê rewşa Sûriyê de ragihand ku armanc ji êrîşên Idlibê ew e ku rola çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam kêmtir bibe. Di heman demê de jî dagirkeriya Tirk karwanên leşkerî yên nû şandin herêmêm şer da ku piştevaniya Heyet Tehrîr El-Şam bikin.

Tevî ragihandina dagirkeriya Tirk û hikumeta Rûsyayê ya agirbestê li herêmên qaşo bêçek, lê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) hê jî di êrîşên li ser nuqteyên hêzên rejîmê de berdewam e.

Piştî 11 rojan ji êrîşan, Rûsya û rejîmê karî serweriya nêzî 4 qat rûpîvana bajarê Idlibê ji çeteyên dagirkeriya Tirk bikira anku bi qasî 87 kîlometre çargoşe. Di vê çaroveyê de çavdêran der barê rewşa Sûriyê de da zanîn ku sedema bingehîn ji pêşdeçûnên hêzên rejîmê ya leztir ew e ku xwe dispêre du hêmanên sereke di şer de. Ew jî piraniya bombebarana hewayî û bejahî da ku hilweşîna leşkerî lezgîntir li gel çeteyan çêkin.

Çavdêr diyar dikin ku êrîşên li dijî Idlibê ne ku ji bo serweriya wê ye, lê ji bo diyarkirina çarenûsa Heyet Tehrîr El-Şam e. Di rastiyê de jî Rûsya û rejîmê karî bi rêya serweriya rûpîvanên fireh rola çeteyên Tehrîr El-Şam kêmtir bikira. Vê jî hişt ku çete dagirkeriya Tirk bixin bin berpirsyariya têkçûnê ji ber di bin fermanên wê de dixebitin.

Piştî tawanan, dagirkeriya Tirk lez da şandina gelek komên çete yên li bakurê Sûriye dagirkirî. Her wiha li ser daxwaza serçeteyê Heyet Tehrîr El-Şam Ebû Mihemed El-Colanî roket jî zêde kir û şand. Li aliyekî dîtir jî li ser sînor hejmar xwe zêde kir da ku çekên giran ji çeteyan re di Dergeha Lîwa Iskenderon a li nêzî Idlibê re bişîne.

Ji wan komên çete yên ku dagirkeriya Tirk piştevaniya lojistîk jê re zêde dike, çeteyên Cebhet El-Weteniyê ya Tehrîr e ya ku ji destpêkê ve li hember agirbesta ku Rûsya û Tirkiyê li herêmê ragihandiye, ne razî ye. Ji lew re dagirkeriya Tirk şer veguhast bejahiya Laziqiyê da ku piştevaniya çeteyê Cebheyê ya zêdekirina çekên giran bikin.

Piştî çeteyên Cebhet El-Weteniyê ya Tehrîr alavên giran wergirtin, êrîş bi çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam re bir ser herêmên li Sehil El-Xab û eniya Hiwêzê. Di encamê de 9 endamên hêzên rejîmê hatin kuştin û 10 din jî birîndar bûn. Her wiha treksek jî bi roketa dijparastinê ya ku dagirkeriya Tirk pêşkêş kiriye, rûxand.

Ya dawiyê ji van karwanên leşkeri, çeteyên "Lîwa Dirî El-Hesekê" li bejahiyê Hema û Idlibê ji bajarê Efrîna dagirkirî da ku li rex çeteyan li dijî hêzên rejîmê bisekinin.

Çeteyên Partiya Tirkistanê yên di bin fermandariya Tirkiyê de, ragihand ku wan jî 5 endamên hêzên rejîmê li eniya Kibênê ya bejahiya Laziqiyê kuştin. Her wiha hêzên rejîmê li derdora Kibênê da ku cenazeyên xwe bikişînin, topbaranên xwe zêde kirin.

Li aliyekî dîtir jî li bajarê Ezazê mayinek bi erebeya fermandarê çeteyên Foca 5’an a Ebû Elaa Kefirnaya de li ser rêya gundê Yehmûl ê rojhilatê bajarê Ezazê yê bejahiya Helebê teqiya. Hat zelalkirin ku birînên wî kûr in.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan jî îşaret pê kir ku lîsteya kuştiyan gihaşt 510’an piştî asta dijwar a şer li herêmê ji 30’yê Nîsana borî ve.

(fr)

ANHA


Mijarên Din