​​​​​​​Şêx Hesen: Gelê Bakurê Sûriyê ne bi Rûsya ne jî bi hikumeta Şamê bawer dike

Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Yekitiya Demokratî ya Kurdî li Sûriyê da zanîn ku pêwîst e hikumeta Şamê û Rûsya li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê bêdeng nemînin.

Ji çend hefteyan ve, dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran zêde kirin, li aliyekî din jî çeteyên girêdayî wê hewl dan bi pêş bikevin, lê belê QSD’ê li gorî parastina rewa bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê da.

Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Yekitiya Demokratî ya Kurdî li Sûriyê Mislim Şêx Hesen têkildîar mijarê wiha got: "Piştî dewleta Tirk gelek herêmên Bakurê Sûriyê dagir kirin, li benda şansekê ye ku herêmên dîtir dagir bike."

Şêx Hesen diyar kir ku divê Rûsya û hikumeta Şamê li gorî peymanên bi dewleta Tirk ên der barê herêmê de îmze kirine, tevbigerin û divê li hember êrişên li dijî navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê de bêdeng nemînin û sînorekî jê re deynin.

Dewleta Tirk û Rûsyayê di 22’yê Cotmeha 2019’an de peymanek îmze kir, ji bendên peymanê vekişîna QSD’ê heta piştî 30 km ji sînorên Sûriyê-Tirkiyê bû û li şûna wê jî hêzên parêzervanên sînor ji artêşa Sûriyê cihê QSD`ê bigire û agirbest were ragihandin. Di heman demê de, dewriyeyên tirkî-rûsî yên hebeş bi kûrahiya ne zêdetirî 10 km li xaka Sûriyê dest pê bikin.

Lê belê êrişên dijwar ên dewleta Tirk di van çend hefteyên borî li navçeya Eyn Îsayê de, piştrast dibin ku dewleta Tirk li gorî peymanê tevnagere û hewldana wê dagirkirina xakên nû û derbekirina aramiya herêmê ye.

Siyasetmedar, Muslim Şêx Hesen di vê çarçoveyê de wiha domand: "Divê hikumeta Şamê ya rewabûnê idîa dike, li hember êrişên dewleta Tirk bê deng nemîne. Lê dewleta Tirk jî valahiya siyasî ya piştî hilbijartinên Amerîkayê, derfetê digire ku navçeya Eyn Îsayê dagir bike."

Şêx Hesen eşkere kir ku bêdengiya hikumeta Şamê ya li ser êrişên dewleta Tirk, tê wateya ku ew bi dagirkirina xaka Sûriyê qebûl e.

Li aliyekî din jî Şêx Hesen wiha bi lêv kir: "Hikumeta Şamê armanc dike ku piştî hilweşandina Rêveberiya Xweser û kontrokkirina li ser herêmê, peymanekê bi dewleta Tirk re îmze bike, dibe ku ev nuqte jî bi peymana Rûsya û dewleta Tirk be. Hikumeta Şamê di têkbirina Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk de berjewendiya xwe dibîne. Ji ber ew wê yekê li ser rejîma xwe xetere dibîne û armanc dike ku bi wê re herêmê kontrol bike û desthilata xwe ya kevin li herêmê vegerîne."

 Siyasetmedar, Şêx Hesen destnîşan kir ku hikumeta Şamê çeteyan li ser xwe xetere nabîne, ji ber difikire ku çete kaxizeke di destê dewleta Tirk de ye û kengî bixwaze wê bi kar bîne û wiha pê de çû: "Çete tu proje yan jî hewldanên wan ji bilî dizîn û kuştinê tune ye û nikarin rêveberiyekê ava bikin an jî Sûriyê di pêşerojê de bi rê ve bibin, ji ber çînek ji diziyan e."

Endamê Komîteya siyasî ya Partiya Yekitiya Demokratî ya Kurdî li Sûriyê Mislim Şêx Hesen wiha bi dawî kir: "Êdî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pişît Rûsya Efrîn radestî dewleta Tirk kir, baweriyê bi Rûsyayê nake. Ji ber li gorî berjewendiyên xwe tev digere. Her wiha gel baweriyê bi hikumeta Şamê jî nake. Ji ber wê jî kembera erebî li herêmê ferz kir, demografiya Rojava bi valakirina herêmên Kurd ji şêniyên wê û bicihkirina malbatên ji pêkhateyên Ereb, guherî. Hikumeta Şamê jî dixwaze heman sînaryoyê bimeşîne."

(fr)

ANHA


Mijarên Din