‘Armanca Tirkiyê berhemên herêmê talan bike

Mihemed El-Hemdan têkildarî mijara "Herêma ewle" ku dewleta Tirk dixwaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike got: " Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewle ne, ti pêwîstî bi avakirina herêma ewle tineye ya ku Tirkiyê qal dike". El-Hemdan got, armanca Tirkiyê vê yekê berhêmên herêmê talan bike.

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Firatê Mihemed El-Hemdan girêdayî mijara "Herêma Ewle" ku dewleta Tirka a dagirker hewl dide li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike ji ajansa me ANHA‘yê re axivî. Mihemed El-Hemdan bal kişand ku dewleta Tirk a dagirker ev demeke mijara "Herêma ewle" li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xistiye rojevê û got: " Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewle ne, ti pêwîstî bi avakirina herêma ewle tineye ya ku Tirkiyê qal dike."

`Armanca Tirkiyê ne ewlehiya herêmê ye, lê belê sûdgirtina ji berhemên wê ye‘

Mihemed diyar kir ku dewleta Tirkyê ne ji bo parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê behsa avakirina herêma ewle dike û wiha pê de çû: "Armanca wê ya sereke ew e ku berhmên herêmê talan bike û pêkhateyên ku bi hev re dijîn ji hev din qut bike, di heman demê de projeya netewa demokratîk a jiyana hevbeş xirab bike, di encamê de xwe li herêmê bi cih bike.

Gelo Efrîn di bin dagirkeriya Tirkiyê de bi ewle ye!

Mihemed di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk ku dibêje, herêmên di bin serwriya wê de ewle ne û wiha dom da axaftina xwe: "Ev salek e Efrînê ji aliyê artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, rojane eşker e kiyarên hovane, dizîn, revandin, talankirin û wêrandikina malên sivîlan têne kirin. Ji ber vê yekê ne ji mafê Tirkiyê ye nîqaşa herêma ewle bike, divê Tikiyê di demeke nêz de ji Efrînê derkeve, da ku ewlehî li herêm vegere û şênî vegerin ser xaka xwe."

`Tirkiyê ji destpêka şoreşê ve destek dide çeteyan‘

Mihemed bal kişand ser siyaseta dewleta Tirk di destpêka şoreşa Sûriyê de û bi bîr xist ku dewleta Tirk alîkarî û destek didan Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û herî dawiyê di berxwedana Kobanê de, çeteyên DAIŞ`ê perwerde dikirin û di sînorê xwe de derbasî Kobanê dibûn da ku gelê herêmê tine bikin.

`Tirkiyê li kuderê hebe ew dibe cihê çeteyan`

Mihemed di nava axaftinên xwe got, Tirkiyê xwediyê çeteyan e, çeteyan hemêz û perwerde dike û wan derbasî herêmên ewle dikin da xirabî û talankirinê bikin, her wiha gef û dijminahiya xwe nasekinîne. Mihemed anî anî ziman ku Tirkiyê li kuderê be ew der dibe cihê çeteyan.

 `bi saya şehîdan ev herêm bi ewle ye`

El-Hemdan dest nîşan kir ku xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca tinekirina çeteyan li ber xwe dan û berdêlên giran dane bi saya şehîdan pêkhateyên Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan û Ermen bi hevre dijîn, ji bo vê jî pêwîst nake Tirkiyê herêm ku xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, bi ewle bike.

Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: " Herêma bi ewle a di xewna Tirkiyê û hevkarên wê de ava nabe,  heger herêma ewle li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê avakirin, divê di bin çavdêriya dewletên navnetewî de be".

ANHA


Mijarên Din