`Armanca Tirkiyê dagirkirina gelek herêmên Sûriyê ye’

Meclisa Gel a bajarokên Hecîn û Sewir ên gundewarê Dêrazorê bi daxuyaniyan binpêkirinên dagirkeriya Tirk a li kantona Efrînê û lêkirina dîwarê parçekirinê şermezar kirin.

Bi dehan şêniyên bajarokê Hecînê û endamên meclisê ji bo xwendina daxuyaniyê kom bûn. Hevseroka Meclisa Gel a Hecînê Xada El-Şindî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye;

Di destpêka salê de dihat texmînkirin li ser asta cîhanî gelek guhertin di siyasetên navdewletî de li tevahiya Rojhilata Navîn rû bide. Bi taybet herêmên nakok, di serî de Sûriyê.

Li gel wan texmînan û ji ber binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê qaşo bi navê Artêşa Azad tê bi navkirin ji kuştin, revandin û guihertina demografîk çavên hemûyan li bajarê Efrînê ye. Îro û piştî zêdetirî salekê niyetên dagirkeriya Osmanî xuya bûn. Ya ku ev niyat baştir xuyakirin, xwestina Tirkiyê belgeyên fermî yên milkên şêniyan li Efrînê ye. Mînaka wê ya herî berbiçav jî, lêkirina dîwarê dora Efrînê ye. Tirkiye bi vê yekê hewl dide Efrînê ji Sûriyê qut bike û tev li Tirkiyê bike. Piştî ku banga avakirina herêma “ewle” li herêmê dikir. Ev jî niyetên Tirkiyê yên kirêt di parçekirina Sûriyê de li gel berbelavbûna cîhanê isbat dike.

Girêdayî heman mijarê Meclisa bajarokê El-Sewir ê gundewarê Dêrazorê jî daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla endamê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mihemed El-Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî xaka Sûriyê bi taybet li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin. Her wiha hate diyarkirin ku Tirkiyê birêxistinbûn û pergala demkoratîk Bakur û Rojhilatê Sûriyê a ku li ser rêgeza biratiya gelan, adelat û wekhavî ava bûye, li ser xwe û pergala xwe ya dîktetorî xeterî dibîne. Ji ber wê hewl dide ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihejîne.

Di dawiya daxuyaniyê de pêwîstiya hişyarbûnê ji komployên Tirkiyê bi riya rêxistinê û perwerdeyê hate destnîşankirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din