'Armanca Tirkiyê dagirkirina Heleb, Şengal û Kerkûkê ye’

Şêniyên navçeya Girkê Legê destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker dagirkirina Heleb, Şengal, Kerkûkê û têkbirina vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike. Her wiha tekez kir ku ew herêma tampon bi çavdêriya Tirkiyê red dikin.

KELSÛMA ELÎ / QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker asta daxuyaniyên êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind dike û banga avakirina herêma tampon dike. Şêniyên navçeya Girkê Legê gefên Tirkiyê şermezar kirin û tekez kir ku ew herêma tampon bi çavdêriya Tirkiyê red dikin.

Şêniyê bi navê Mihemed Ebdulrehîm destnîşan kir ku Tirkiye piştevaniya DAIŞ'ê dike û ji bo êrîşî gel bike, wan bi kar tîne. Ji ber ku Tirkiye dewletek dagirker e û hewl dide bi gelek hincetan pergala demokratîk a ku şêniyan ji xwe re kirie bingeh, têk bibe.

Tirkiye dixwaze Heleb, Şengal û Kerkûkê bixe bin serweriya xwe

Mihemed Ebdulrehîm girêdayî armanca dewleta Tirk a dagirker wiha got: "Tirkiyê ne tenê dijminê gelê Kurd e lê belê dijminê tevahiya gelê Bakurê Sûriyê ye. Ji ber ku armanca wê ya sereke vegerandina Împaratoriya Osmanî ye, dixwaze Heleb, Şengal û Kerkûkê bixe bin serweriya xwe û projeya demokratîk a Bakurê Sûriyê têk bibe.”

Ebdulrehîm di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku ew herêma tampon di bin çavdêriya Tirkiyê de red dikin, ji ber ku Tirkiye dewleteke dagirker e. Li şûna wê divê herêm bi çavdêriya navdewletî be. Her wiha koalîsyona ku hevalbendiya QSD'ê di Şerê Tunekirina Terorê de kir, divê erka xwe di paratsina şêniyan de bidomîne. Ji ber ku wan ji bo parastina tevahiya cîhanê zarokên xwe feda kirine.

Tirkiyê Sûriye parçe kir

Mihemed Ebdulrehîm tekez kir ku dewleta Tirk xaka Sûriyê bi rêya dagirkirina Efrîn, Bab, Ezaz û Cerablusê parçe kir. Her wiha çeteyên girêdayî wê Idlib dagir kir û komkujî der heqê şêniyên herêmên dagirkirî de pêk anîn.

Jina bi navê Zelfa Bedro jî ev tişt anî ziman: "Di vê pêvajoyê de divê tevahî partî û gel yekitiya xwe ava bikin û li hember dagirkeriya Tirk bisekinin."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din