Armancên AKP`ê ji êrişên domdar ên li dijî Heftanînê çi ne?

Dewleta Tirk bi serkêşiya partiya AKP`ê gelê Kurd wekî xeteriyekê li ser projeyên xwe yên dagirkeriyê li herêmê, dihesibînin. Çavdêr dibînin ku armanca êrişên domdar ên li dijî herêma Heftanînê, têkbirina projeya neteweya demokratîk û bidestxistina berhemên jîngehê yên Kurdistanê ye.

DEWLETA TIRK..ÎMPERATROIYA LI SER ŞARISTANÎ Û ÇANDÊN GELAN XWE AVA KIRIYE

Dîroka dewleta Tirk bi komkujiyan dagirtî ye, ku di çarçoveya berdewamkirina projeyên li ser esasê qirkirina gelên Rojhilata Navînd de pêk tên. Di serî de komkujiyên li dijî gelê Ermenî, ku ta niha tu kes napejirîne.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku împeratoriya xwe ya tê payîn li ser şaristanî û çandên gelên herêmê ku di dirêjahiya dîrokê de mafên wan tune ji dest stand, ava bike.

Dewleta Tirkiyê ji projeya neteweya demokratîk û şoreşa azadiyê ya gelên bindest ku bingeha xwe ji fikr û ramanên rêber Abdullah Ocalan digire, ditirse. Ji ber ku felsefeya Ocalan mafên hemû pêkhate û kêmneteweyan misoger dike ku ev yek li dijî armancên AKP`ê ye.

Ji 16`ê Hezîrana borî ve, artêşa Tirk a dagirker bi armanca berfirehkirina herêmên dagirkeriya xwe li herêmê êrişên xwe li dijî herêrma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, zêde kirine. Gerîlayên HPG. YJA Star berxwedaneke efsanewî nîşan didin, wan êriş û planan têk dibin.

DOZA HEBÛN AN TUNEBÛNÊ YE..

Berpirsê Partiya Kesk a Kurdistanê şaxê navçeya Dirbêsiyê Mihemed Hisên Mihemed ji ANHA'yê re axivî û destnîşan kir ku gelê Kurd gelekî aşîtîxwaz e û xwedî mîraseyekî dîrokî û pîvanên jiyana hevbeş û pirrengiyê ye, lê pirsgirêka Kurd ji bo dewleta Tirk tê wateya hebûn an tunebûnê.

Mihemed destnîşan kir ku gelê Kurd û doza kurdî astengiyeke mezin li pêş Tirkiyê û projeyên wê yên dagirkeriyên li hemû parçeyên Kurdistanê, ava dike û got: "Armanca Tirkiyê têkbirina projeya neteweyaa demokratîk wekî têgeh û fikr e."

ÊRIŞÊN ÇAVBIRÇÎBÛN E

Gelek armancên dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li ser hev hene. Ya sereke ji bo pêkanîna planên xwe û bidestxistina berhemên jînegehê yên li piraniya herêmên Kurdistanê ye.

Mihemed daxuyand ku êrişên dewleta Tirk, êrişên çavbirçîbûnê ne ji ber ku Kurdistan bi berhemên binerd dewlemend e.

Her wiha diyar kir ku heke hemû gelên li parçeyên Kurdistanê bûn yek, tu hêz nikare li pêş wan bisekine yan parçe bike û wiha got: "Ji ber ku di her civakê de, bi yekitiyê destkefî tên bidestxistin."

JI BO TÊKBIRINA ÊRIŞAN, DIVÊ PARTÎ BIBIN YEK

Berpirsê Partiya Kesk a Kurdistanê şaxê navçeya Dirbêsiyê Mihemed Hisên Mihemed di dawiya axaftina xwe de got, hemû gelên li Kurdistanê dijîn, di hedefa dewleta Tirk de ne. Ji bo têkbirina hemû êrişên derve yên li dijî Kurdistanê, divê partiyên siyasî yên Kurdî bibin yek.

(cx)

ANHA


Mijarên Din