‘Armancên şehîdên me pêk hatin, wê nikaribin hebûna me tune bikin’

Şêniyên taxa Şîxmeqsûdê û Eşrefiyê cenazeya şehîd Reşîd Ehmed Hisên hevoka”Ji ber armancên şehîdên me pêk tên, dê nikaribin hebûna me tune bikin, em jî li welatê xwe soza parastina şêniyên xwe didin" oxir kirin.

Bi sedan ji şêniyên Helebê bi Kurd û erebên xwe da ku cenazeya şervan Reşîd Ehmed Hisên(Şoreş Heleb) werbigirin li pêşiya Nexweşxaneya şehîd Xalid Fecir ku li tax Şêxmeqsûd e, kom bûn.

Şehîdê YPG`ê Reşîd Ehmed Hisên dema bi erka xwe ya leşkerî di 22`ê meha Gulanê sala 2019`an de radibû şehîd bûbû.

 Paşê girseya gel bi karwanekî ji pêşiya nexweşxaneyê ber bi goristana şehîd ku li gundê Bino ya girêdayî herêma El-Şiqêf e ve çûn.

Girseya gel wêneyên şehîd, alên Meclis Malbatên Şehîdan, YPG û YPJ`ê hilgiritin û sloganên"Şehîd namirin" berz kirin.

Piştî girse gihaşt goristnê deqak rêzgirtin hate rawestandin, paşê ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê toreneke leşkerî hate lidarxistin.

Di merasîma oxirkirinê de yek ji fermandarên YPG`ê Ziyad Berxwedan axivî û nîşan bi rihê şoreşgertî yê ku şehîd Reşîd berî ku beşdarî refên YPG`ê bibe pê dihat naskirin kir û wiha got:"Di dema êrîşên çeteyan di sala 2016`an de li ser taxa Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê, tevî ku Reşîd beşadarî refên me nebibû, lê li gel me şer kir, paşê dema lêhûrbîn kir da ku rêya azadiyê temsîl bike, biryara beşdariya nava refên YPG`ê da".

Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan yek ji endaman Zelûx Qenber axivî û got:"Meha Gulanê meha şehîdan e, lewma divê em tekez bikin ku berdêlên ku şehîd Reşîd û rêhevlên xwe dane dê li erdê nekeve, em ê parastina mîrateyên wan bikin û şopdarên rêya wan bin".

Her wiha di merasîma oxirkirinê de ser bi navê Kongreya Star yek ji rêveberiyê Molîda Silêman axivî û wiha anî ziman:"Şehîd canê xwe di oxira jiyan û pêkanîna armancên me de dane, ji ber vê yekê divê em jî wek dayîkan şêniyên xwe der barê rihê şoreşgertî de hişyar bikin, da ku rêya şehîdan were şopandin û em bigihêjin jiyaneke azad û birûme. Bi yekê kes nikare hebûna me tune bike.”

 Paşê ser navê malbata şehîd birya wî Şoreş Efrîn axivî û got:"Em di eniyên Helebê de mil bi mil bûn û me parastina şêniyên xwe dikir, di heman demê de me soza parastina şêniyan da".Şoreş di dawiya axaftina xwe de soza xwe nû kir.

Piştî bidawîkirina axaftinan nasnameya şehîd ji aliyê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Nîdal Hec Hisên hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Hevrêyên şehîd cenazeya şehîd Reşîd di nava sloganên"Şehîd namirin" de spartin axê.

(eh)

ANHA


Mijarên Din