Artêşa Amerîka: Rûsya û hikumeta Sûriyê hewl didin fîtneyê bixin di navbera QSD`ê û pêkhateyên ereb de

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê got: "Rûsya û hikumeta Sûriyê hewl didin bi rêya fîtneyan pêkhateyên Ereb ji QSD’ê bi dûr bixin."

Di rapora ku ji aliyê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) hatiye weşandin de wiha tê de hat: "Aliyên hikumetê yên li herêmê aktîf in zextê li niştecihên sivîl dikin ku xwe ji nû ve bi rêxistin bikin û destekdayîna ji QSD`ê re red bikin.

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê, efserê di artêşa Amerîkayê de John Rigsby di demeke berê de bersiva xwesteka malpera Monîtor a Amerîkayê  dabû û wiha nivîsandibû: "Hikumeta Sûriyê û Rûsya bi awayekî mezin xwe aktîf dikin da ku bandoriyê li niştecihên herêmî bikin ku têkiliyên xwe bi QSD`ê re qut bikin."

Di raporê de behsa "Gefa hebûnê" ku niha rastî QSD`ê tê "êdî ne DAIŞ e, lê belê Tirkiyê ye" ku DAIŞ di Adara 2019`an de têk çû. Paşê rejîma Tirkiyê di Cotmeha heman salê de êrişî QSD`ê kir û bi wê re jî çalakiyên şervanan ên li dijî DAIŞ’ê bi dûr ketine.

Artêşa Amerîkayê di Adarê de diyar kir ku tu îşaret tune ne ku dewleta Tirkiyê amadekariyên êrişeke nû li dijî QSD`ê dike.

Gerînendeyê bernameyê ewlehiyê li Rojhilata Navîn a peymangeha lêkolînên şer  Nicholas Heras got: "Hewldanên rejîma El-Esed, Rûsya û Îran hene ku bandoriyê li hindek qebîleyên Ereb ên li Dêrazorê bikin."

Heras diyar kir ku kilîta vê xebatê Meclisên Şêxên alîgirê rejîma li Şamê ye.

Heras ji Monotor re wiha dewam kir: "Bi taybet rejîmê hewl da bi şaxên ji qebîleya El-Beqara ya li ser qiraxên çemê Firatê re bixebite, endamên El-Beqara jî beşek girîng ji Meclisa Leşkerî ya QSD`ê li Dêrazorê ne."

Li gorî raporê, Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê diyar kir ku piraniya ereban destekê didin QSD`ê û makanîzmeya wê yên sivîl ên li herêmê jî.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê destnîşan kir ku QSD`ê û MSD`ê gavên mezin avêtin da ku rêveberên sivîl û fermandarên leşkerî yên Ereb, Suryan Xiristiyan bixin cihê rêveberinê.

(bx)


Mijarên Din