Artêşa dagirker bi çekên Fosfor Serêkaniyê topbaran dike

Di van kêliyan de li Serêkaniyê şerekî giran rû dide. Arêtşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşan pêk tîne.

Artêşa Tirk a dagirker di nav kêliyan de bi awayekî dijwar û çekên giran êrîşî bajarê Serêkaniyê dikin. Dagirkeriyê di van êrîşan de balafirên şer, tank, obus, katuşa û çekên qedexekirî wekî fosfor bi kar tîne.

Şerê ku li derdora bajêr rû dide derbasî bajêr bûn. Şervanên QSD‘ê bi tundî bersiva van êrîşan dide. Tê gotin ku gelek kuştî û birîndarên wan hene. Di heman demê de şehîd û birîndarên QSD‘ê û yên sivîl hene.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rêya ku dikeve bajêr girtine û nahêlin ku bijîşk xwe bighînin nexweşxaneyên. Erebeyên ambulance jî dibin hedefa balafirên şer.

ANHA


Mijarên Din