Artêşa dagirker guleyan berdide karkerên ku kanalîzasyonan sererast dikin

Artêşa Tirk a dagirker nahêle karkerên Şaredariya li Dirbêsiyê girtina kanalîzsyonên nêzî sinor sererast bikin.

Kanalîzsyona hin taxên rojhilatê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Qamişlo hemû hatine girtin.

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê diyar kir ku wan hewl daye kanalîzsyonên girtî sererast bikin, lê artêşa Tirk a dagirker guleyan berdide karkeran.

Şêniyê bi navê Seed Elî wiha got: "Ava kanalîzsyonê li pêşiya malên me kom bûye. Bi taybet di mehên havînê de pleya germê bilind dibe. Ji ber wê kurm didin gemarê. Em nikarin ji ber wê li pêşiya malên xwe rûnin.”

Elî wiha got: "Şaredariyê bangên me erê kir û hatin da ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Lê me bi çavên xwe dît ku dewleta Tirk gule berdan karkeran. Ji ber vê yekê çareserkirina vê pirsgirêkê pir zehemte."

Şêniyê bi navê Yasir Mihemed wiha got: "Ava kanalîzsyonê li taxa me kom bûye, em gelekî ditirsin ji ber bêhna wê nexweşî di nav zarokên me de belav bibin."

Cîgira Hevseroka Şaredariya Dirbêsiyê Mihemed Elî Salih da zanîn ku ew her carê hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin, lê dewleta Tirk her carê nahêle ew çareser bikin û guleyan berdide wan.

Salih destnîşan kir ku ew wek Şaredariya Gel dest bi dîtina çareseriyên lezgîn ji bo çareserkirina pirsgirêk kirin û wiha got: "Me ev xet veguherandin çemê gundê Cetel a nêzî navçeyê."

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din