Artêşa dagirker gundê Semûqe û bendava Şehbayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Semûqe û dora bendava Şehbayê ya girêdayî kantona Şehbayê bi çekên giran û topan, topbaran dike.

Nûçegihanên me ji kantona Şehbayê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan gundên kantonê û navçeya Şêrawayê dikin hedef.

Artêşa Tirk a dagirker di vê kêliyê de gundê Semûqe û dora bendava Şehbayê ya girêdayî kantona Şehbayê bi çekên giran û topan, topbaran dike. Heta niha tu agahî girêdayî ziraran nehatine bidestxistin.

Topbaran heya vê kêliyê jî berdewam e.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din