Artêşa dagirker gundên Girê Spî û Til Temirê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên kantona Girê Spî û gundên navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê topbaran dikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê derdorê gundê Um El-Kêf yê girêdayî navçeya Til Temir bi obûsan topbaran dike. Obûs ji aliyê gundê ku di bin dagirkeriyê de ne tên avêtin.

Heman demê de dewleta dagırker û çeteyên wê gûndê Qizelî, Savuma Qizelî, gundê Sarunç Şorbenîsk topbaran dikin ên girêdayî Girê Spî topbaran dikin. Dagirker li nuqteyên rêveberiya dewleta Sûriyê û sivîlan didin.

ANHA


Mijarên Din