Artêşa dagirker li Til Temirê xeta avê kir hedef

Di encama topbarana li d gundê Um El-Kêf ê de, xeta avê ya ku ji Serêkaniyê diçe Til Temir,Hesekê û heya navçeya Şedadê ji xizmetê derket.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temirê dan ber topban. 

Ji ber topbaranê xeta avê ya li gund a ku ji Serêkaniyê diçe Til Temir, Hesekê û navçeya Şedadê ji xizmetê derket.

Li ser mijarê Hevseroka Mûdîriyeta Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed bi rêya peywendiya telefonê ji ANHA‘yê re axivî û got: "Dewleta Tirk û çeteyên wê xeta avê ya ku avê ya li gundê Um El-Kêf a ku avê dide bajar û navçeyên wê bi hawnan topbaran kirin. Di encamê de ziyan gihiştin xetê û birkek mezin a avê li herêmê çêbû."

Sozdar anî ziman: "Heta niha em ziyanên ku gihiştine xetê nizanin, em ê di demeke nêzîk de tîmên xwe bişînin wir da ku ziyanan sererast bikin."

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker gelek caran stasyona Elokê ya li Serêkaniyê ya ku avê dide derdora milyon kesî rawestand û karmendên wê derxistin.

ANHA


Mijarên Din