Artêşa dagirker sewqiyeteke mezin şand Idlibê

SOHR, ragihand ku sewqiyeteke leşkerî mezin a artêşa Tirk a dagirker ji deriyê Keferlosîn derbasî Idlibê bû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku sewqiyet ji 40 maşîneyên leşkerî ku bi cebilxane û madeyên lojîstîk barkiribû, ber bi baregeha Mestûma ve ket rê ya Tirkiyê li ser rêya Idlib- Arîha ava kiriye.

Bi vê, ji destpêka agirbesta nû de hejmara maşîneyên Tirkiyê yên ku derbasî xaka Sûriyê bûne bû 4 hezar 640 û bi hezaran leşker.

Ji 2'yê Sibata 2020'an de hate niha zêdeyî 7 hezar û 975 kamyon û alavên leşkerî yên ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bûn. Ev kamyon bi tank, wesayîtên barkirina leşkerî û panzêrên li djiî guleyan û radarên leşkerî pêk dihat. Her wiha 11 hezar leşkerî li Idlibê û Helebê belav bûn.

 


Mijarên Din