Artêşa DYA’yê: 13 DAIŞ`î li Somaliyê hatin kuştin

Ajansa Reutersê li ser zimanê artêşa DYA’yê ragihand ku di derbeya asmanî de 13 çeteyên DAIŞ`ê li herêma Bîlad Bend a Somaliyê hatin kuştin.

Ji roja ku serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump erkdar bû, artêşa DYA’yê hemleya derbeyên esmanî li ser Somaliyê zêde kirin û got di 2 salan de zêdetirî 800 çete hatin kuştin.

Ajansê destnîşan kir ku DAIŞ`ê hemû çeteyên li Bîlad Bend kom kirin, tevî ku pispor dibêjin hejmara hêzên wan ne zelal e û bi hevrûkirina tevgera ciwanên girêdayî rêxistina El-Qaîde ku parçeyek mezin ji Somaliyê kontrol kiribû, hîna lîstikvanekî biçûk e.

Fermandariya Leşkerî ya DYA’yê li Afrîkayê (Africom) duh di seatên derengiya şevê de bi bîr xist ku derbeya nû ya esmanî li baregeha rêxistina DAIŞ`ê li çiyayê Julis pêk hatiye. Fermandariyê got heta niha li gorî texmînên wan 13 terorîst hatine kuştin.

Africomê di meha Nîsanê de ragihand ku wan cîgirê serokê DAIŞ`ê yê li Somaliyê Abdelhakim Doucoub kuştiye.

(jo)


Mijarên Din