​​​​​​​Artêşa Iraqê bi piştgiriya Koalîsyonê girtin ser şikeftên DAIŞ`ê

​​​​​​​Fermandariya Operasyonên Hevbeş a li Iraqê îro girt ser nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li bakurê rojavayê Iraqê.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşê û polîsan bi piştgiriya balafirên artêşê û Koalîsyona Navneteweyî girtin ser nuqte û şikeftên çeteyan çeteyan.

Fermandariyê da zanîn ku têkildarî têkbirina bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê pilanên nû didin meşandin û çalakî pêk anîn.

Fermandariyê bibîr xist ku ev operasyon piştî girtina agahiyan ji istixbaratên neteweyî ya Iraqê ye pêk hatiye pêk hat.

Piştî agahî hatin girtin, balafirên artêşa û Koalîsyona Neteweyî yekser dest bi keşfê kirin.

Fermandariya hevbeş ragihand ku ew ê di demên pêş de encamên girtina ser şikeftên çeteyan eşkere bikin.

(eh)


Mijarên Din