Artêşa Lîbya: Destwerdana Tirkiyê hewdanên çareseriya siyasî têk bir

Berdevkê fermî yê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî got, destewrdana Tirkiyê ya di kar û barên Lîbyayê de û desteka wê ya bi milîsên tundraw re hewldanên çareseriya aştiyane siyasî ya ji bo aloziya Lîbyayê re têk bir.

El-Mismarî di kongreyek çapemeniyê de behsa rêbazên destekdayîna Tirkiyê ya bi çek û çeteyan a Tirkiyê ya bi milîsên li Terablusê re kir û got ew matmayî maye ji ber Neteweyên Yekbûyî destwerdana Tirkiyê ya di Lîbyayê de şermezar nekiriye.

El-Mismarî her wiha got: "Meclisa serokatî êdî nema meclisa serokatî ye, di heman de hikûmeta Wîfaqê hîna ji aliyê parlamantoyê ve nehatiye erêkirin."

Ehmed El-Mismarî bi domdarî got: "Parlamanto aliyê tekaneye ku dikarî her lihevkirinekê erê bike, beriya niha peymana xêzkirina sînorê deryayî ya di navbera serokê hikûmeta Terablusê Fayiz El-Serac û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de hatiye îmzekirin, red kir."

Derbarê pêşniyara agirbestê ya ku artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihandiye de jî El-Mismarî ev tişt anî ziman: "Aliyê din agirbesta mirovî ya di meha Remezanê de hatibû pêşniyarkirin red kir, êrişên xwe dewam kir."

El-Mismarî gefên li dijî artêşê ynê der barê hedefgirina deverên tenduristî li Terablusê de red kir.

Berdevkê artêşa Niştimanî ya Lîbyayê got: "Em li dijî terorê şer dikin, em ji bo aştî û ewlehiyê, ji bo parastina welatê xwe ji wêranbûnê piştî mudaxeleya Tirkiyê şer dikin."

El-Mismarî îşaret bi vê yekê kir ku piştî ku Tirkiyê çetyên Sûrî anîne, revandina keçan zêde bûye û mînaka vê Wîsal Ebulhefîz Mîna anî ziman ya ku roja Sêşemê hat revandin.


Mijarên Din