Artêşa Lîbyayê 3 cihên leşkerî kontrol kirin

Hêzên artêşa Lîbyayê 3 cihên leşkerî, di nav de 2 navendên çavdêriyê yê hêzên El-Wîfaq li eniyên bejahî yên li Terablusê, kontrol kirin, di demekê de ku pêşveçûna wê li eniyên El-Remla yên başûrê Terablusê didome.

El-Erebiye Net ragihand ku çavkaniyekî ji artêşa El-Wetenî ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter ragihand ku hêzên wan 3 cihên leşkerî, di nav de 2 navendên çavdêriyê yên hêzên El-Wifaq ên bi serkêşiya Fayîz El-Sirac, li eniyên bejahî yên li Terablusê kontrol kirin û alavên leşkerî yên hêzên El-Wifaq teqandine.

Pêşketina hêzên artêşa Lîbyayê ber bi nuqteyên girîng ve li eniyên El-Remla yên başûrê Terablusê didome.

Çavkaniyekî leşkerî di nav hêzên hikumeta El-Wîfaq El-Wetenî de ku desteka xwe ji Tirkiye û Qeterê digirin, tekez kir ku roja yekşemê bi çekên giran careke din şer li ser rêya balafirgehê li Terablusê çêbû.

Mihemed El-Şerîf fermandarê hêzên Sîrac di civîna xwe ya li Terablusê bi Sîrac re tekez kir ku hêzên wî û hêzên alîkar li gorî plana ku danîne, şer dikin û li gelek eniyan bi pêş ketine.

Ev şer piştî çend seatan ji banga serokê şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) Xesan Selamê ji bo aliyên ku li Terablûsê şer dikin ku agirbesta mirovî ragihînin û şerê li başûrê Terablusê bidin rawestandin, pêk hat.

Ev cara sêyemîn e ji destpêka şer, NY bang li aliyên şer dike da ku agirbesta mirovî ragihînin, ji bo ku kesên di cihên şer de mane derxin û birîndaran rakin. Lê bangên wê bê bersiv man.

(jo/kc)


Mijarên Din