Artêşa Lîbyayê amadekariya vegerandina Xeryan dike

Artêşa Lîbyayê amadekariya êrîşa leşkerî di çend saetên pêş de da ku serweriya bajarê Xeryan ê başur rojavayê Terbalusê ji nû ve bike destê xwe, dike. Di heman demê de jî şer li derdora bajar rû dide.

Li gor El-Erebiye Net, Hêzên Hikumeta El-Wîfaq a Niştîmanî ragihand ku serweriya bajarê Xeryan kir a ku di bin serweriya Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Muşîr Xelîfe Hefter ji destpêka şerê leşkerî ya rizgarkirina paytexta Terablusê beriya 2 meh û nîvan de, bû.

Şaxa Çapemeniya Şer a girêdayî Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê daxuyand ku tevahî hêz amade ne ku ji nû ve berê xwe bidin bajarê Xeryan, piştî amadekariyên refên leşkerî û amadekariyên Hêzên dîtir ên piştgiriya hêzên artêşê da ku vegerînin.

Tê pêşbînkirin ku ev bajarê çiyayî û stratejî dê di çend saetên pêş de bibe dikeya şer ji her du aliyan ve.

Bajarê Xeryan a ku 100 km dûr başur rojavayî Terablusê ye, navenda girîng a çalakiyên artêşa Lîbyayê ji dema serweriya wan ji meha Nîsanê ve. Her wiha bajar bûbû navenda fermandariya çalakiyên leşkerî li herêma rojavayê. Li rexê jî cihê daketina helîkopeteran in ku artêş di parastina asîmanî de dema hêzên wan ber bi Terablusê ve diçin bi kar tînin.

(fr)


Mijarên Din