Artêşa Lîbyayê amadekariyên êrîşan li dijî milîsên li Terablusê dike

Artêşa niştîmanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter weke bersîvekê ji gefên Tirkiyê, niyeta xwe ji bo êrîşkirina nuqteyên milîsên li Terablusê ragihand. Her wiha bang li şêniyan kir ku ji nuqteyên wan dûr bikevin.

Ajansa Reuters`ê îro ragihand ku artêşa niştîmanî ya Lîbyayê niyeta xwe ji bo êrîşkirina nuqteyên milîsên li Terablusê ragihand.

Artêşa niştîmanî bang li şêniyên Terablusê kir ku ji nuqteyên milîsiyan bi dûr kevin.

Artêşa niştîmanî ya Lîbyayê, Tirkiyê bi mudexelekirina karûbarên hundirîn û destekdayîna bi milîsan li Terablusê tewanbar kir.

(şx)


Mijarên Din