Artêşa Lîbyayê balafira girêdayî Wîfaq Wetenî xiste xwarê

Artêşa Wetenî ya Lîbyayê ragihand ku tîma balafira"Il 39" ya girêdayî hikumeta Wîfaq El-Wetenî piştî ku duh li bajarê Tarhona Kinûb ê rojhilatê paytexta Terabulisê kete xwarê, hatin kuştin.

Artêşa Wetenî ya Lîbyayê duh ragihand ku sîstema parastinê ya esmanî li herêma Weştata ya ku dikeve navbera bajarê Rahona û Bin Welîd de, dema ku balafira şer a Wîfaq hewldana êrîşkirina deverên herêmê kir, ew xistin xwarê.

Di heman demê de berdevkê Hêzên Hikumeta Wîfaq Mihemed Qanûno ragihand ku hêzên wî peywendiya li gel balafirên şer ên girêdayî çekên esmanî yên Wîfaqê wenda kirin.

Têkildarî mijarê serokerkanê Hêzên Esmanî Seqir El-Carûşç ragihand ku di şerên li dijî artêşa Wetenî ya Lîbyayê, Fakulteya Esmanî li Mesratayê hemû balafirên xwe yên şer winda kirine.

Di vê derbarê de El-Cerhûşî diyar kir ku Fakulteya Esmanî ya li Mesrata 6 balafirên şer wenda kir, ji wan du balafirên"Il 39", du yên"IF 1", yek ji cureya"Mik 25" û ya din jî"Mik 23" ne.

(eh)


Mijarên Din