Artêşa Lîbyayê balafireke bêmirov a dewleta Tirk xiste xwarê

Odeya çapemeniya şer a artêşa Lîbyayê ragihand ku balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk dema ku li rojavayê bajarê Sirteyê digeriya, xistine xwarê.

Serbazekî hêzên parastina hewayî yên artêşa Lîbyayê wiha da zanîn: "Tirkiye roja pêncşemê di saetên sibê de balafireke bêmirov a biçek ji baregeheke li Misratayê ber bi Sirteyê ve xiste tevgerê da ku baregehên artêşa Lîbyayê bike hedef. Hêzên parastina hewayî balafir kir hedef beriya ku bigihêje baregehên artêşê û balafir li nêzî berava rojavayê Sirteyê hate xistin."

Tê zanîn ku eniya ji rojhilatî bajarê Sirteyê heta başûrê El-Cefra ji ber çend rojan aramiyek di navbera hêzên artêşa Lîbyayê û hêzên El-Wîfaq de ku destekê ji Tirkiyê digirin, heye.

(bx)


Mijarên Din