Artêşa Lîbyayê baregeha firokeyên bêpîlot kir armanc

Balafirên şer ên Artêşa Wetenî duh nuqteyên li Misratayê topbaran kirin û avahiya Fakulteya Asmanî bi 13 êrîşan kir armanc. Berpirsê odeya operasyonên asmanî yê Artêşa Wetenî Mihemed Menfor got depoya firokeyên bêpîlot ên Tirkiyê kirine armanc

Berpirsê odeya operasyonên asmanî yên Artêşa Wetenî Mihemed Menfor ji kanala El-Erebiye re diyar kir ku li dijî nuqteyên milîsên baregeha Misrata (li rojavayê Lîbyayê) ya asmanî, 13 êrîş pêk anîne û armancên wan serkeftî bûn.

Menfor diyar kir ku nuqteyên bûne armanc, depoya firokeyên bêpîlot ên Tirkiyê, odeya sazkarkirina firokeyan û depoyên moşekên firokeyên bêpîlot in. Her wiha Menfor tekez kir ku balafirên şer ên artêşê piştî serkeftina operasyonê, li baregehên xwe vegeriyan.

Tê zanîn ku hêzên Misrata di nav komên çekdar ên ku Artêşa Wetenî ya Lîbyayê di pêngava vegera Terablusê de, pê re rû bi rû dimîne.

Her wiha çavkaniyên kanala Erebiyê bal kişand ser şerên dijwar ên duh bi şev li bajarê Merzeq ê başûrê Lîbyayê di navbera Artêşa Wetenî ya Lîbyayê û komên çekdar de.

Çavkaniyên leşkerî yên Lîbyayê ragihand ku leşkerên xwedî nasnameyên Afrîkayî êrîşî bajarê Merzeqê kir û artêş ji taxa El-Meqrêf a li Merzeqê piştî gihandina alîkariyan ji komên çekdar re, vekişiya. Her wiha çavkaniyê diyar kir ku balafirên artêşê li derdora bajar geriyan.

Tirkiye û Qeter destekê didin Hikumeta Wîfaq El-Wetenî ku li Terablusê serwer e û Tirkiyê gelek teqemeniyê ji wan re şand, herî dawî jî firokeyên bêpîlot şandin tevî biryara Meclisa Ewlehiyê  ya qedexekirina şandina çekan ji Lîbyayê re. Biryara Meclisa Ewlehiyê piştî rakirina rejîma Muammar Qeddafî di sala 2011`an de hate ragihandin.

Gelek barhilgirên teqemeniyê yên Tirkiyê ku ji Lîbyayê re hatibûn şandin, hatin rawestandin û Artêşa Wetenî ya Lîbyayê ku Xelîfe Hefter sêrkêşiya wê dike, Tirkiyê li Terablusê bi desteka ji terorê re, bicihkirina leşkerên terorîstan, şandina leşkerên ji Cebhet El-Nusra û Hikumeta Wîfaqê  ji Sûriyê ber bi Lîbayê ve, tawanbar dike.

(eh)


Mijarên Din