Artêşa Lîbyayê biryara agirbestê ya ji ber Korona erê kir

Fermandariya giştî ya hêzên çekdar a Lîbyayê ragihand ku ew banga rawestandina şer a ji ber belavbûna vîrusa Korona bi kêfxwaşî erê dike û got heger aliyên din agirbestê pêk bînin ew jî dê li gorî wê tevbigerin.

Fermandariya giştî hêzên çekdar a Lîbyayê bi daxuyaniyekê  ku kopiyek jê gihişt ANHA‘yê got, ruxmî binpêkirinên domdar ên milîs û çeteyan ew aliyê herî zêde ye ku agirbestê pêk tîne.

Femandariyê destnîşan kir ku Tirkiyê rewşa mirovî ya girêdayî vegerandina şêniyên Lîbyayê yên ku di balfirgehên Tirkiyê de asê mane, bikar tîne û çeteyan vediguhêzîne Lîbyayê. Her wiha şandina çek û cabilxaneyên leşkerî ji keştîgehên xwe ber bi keştîgeha Terablus û Misratayê ve ji bo piştgiriya çeteyan û terorîstan didomîne.

Fermandariyê got, heger aliyên din agirbestê pêk bînin ew jî dê li gorî wê tevbigerin. Her wiha fermandariyê tevahiya tedbîrên hişyariyê li Lîbyayê li hemberê belavbûna vîrûsa Korona girtine.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de got: "Mixabin li gel belavbûna Korona li Tirkiyê, lê niha bi hezaran çeteyên Sûriyê û tirk bi rêya Tirkiyê ji Terablusê re têne şandin. Ev jî dê bibe sedema belavbûna vîrûsê li Terablus û rojavayê welêt.

Fermandariyê berpirsyariya wan sûcên der exlaqî li dijî gelê Lîbyayê kir stûyê hikumeta Wîfaq.

(şx)

ANHA


Mijarên Din