Artêşa Lîbyayê careke din bajarê Esabîa kontrol kir

Ehmed El-Mismarî îro ragihand ku artêşa Lîbyayê bajarê Esabîa yê li rojavayê Lîbyayê kontrol kir.

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî got hêzên çekdar bajarê Esabîa yç li devera Cebel El-Xerbî kontrol kir û çete jê derxistin.

Li ser hesabên medyaya civakî dîmenên dema têketin û şahiya piştî kontrolkirina bajêr ji aliyê artêşa Lîbyayê ve hatin weşandin.

Di 21‘ê Gulanê de hêzên hikumeta Wîfaq bajarê Esabîa û gelek bajarên li rojavayê Lîbyayê kontrol kiribûn.


Mijarên Din