Artêşa Lîbyayê derbasî Xiryanê bû

Çavkaniyên ji Lîbyayê diyar kir ku Artêşa Wetenî bi serkêşiya Xelîfe Hefter, derbasî navenda bajarê Xiryan ê li rojavayê Lîbyayê bû û hindik maye ku hemû bajar kontrol bike.

Ragihandina şer a girêdayî Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê ku Xelîfe Hefter bi rê ve dibe, bi rêya malpera xwe ya li ser torên civakî wiha got: "Hefter bi awayekî rasterast çalakiyan bi rê ve dibe û hêzên wan komên çekdar ên vekişiyan, dişopînin."

Li aliyekî din, berdevkê hêzên parastina Xiryan a girêdayî hikumeta El-Wifaq Metez Şinbir got ku hêza parastina Xiryan ji herêma Kelîbê û Cendobê yên girêdayî  Xiryan vekişiyan û li herêma Mexaribê bi cih bûn.

Rojnameya El-Beyan a Îmaratê ji çavkaniyan ragihand ku dehan çekdaran xwe radestî Artêşa Wetenî ya Lîbyayê kirin.

Her wiha odeya ragihandina şer a girêdayî Fermandariya Giştî ya artêşê ragihand ku 2 erebeyên çekdaran li herêma Xemîr hate rûxandin û di daxuyaniyê de wiha got: "Hêzên artêşê li Xiryanê pêşve çûn û çekdar direvin."

Artêşa Lîbyayê bang li şêniyên bajêr kir ku ji malên xwe dernekevin da ku ewlehiya wan mîsoger bibe, her wiha destnîşan kir ku taxên Kelîbê, Texirnê Yenî, Zîr, Bozyan û Mexaribê li Xiryan kontrol kirine.

Bajarê Xiryan 100 km dûrî peytexta Terablûsê ye, ji bajarên stratejîk li rojavayê Lîbyayê ye, ew nuqteya di navbera rojava û başûrê Lîbya de ye, ji wê rêyên ku diçin Terablûsê û bajarê Misratê hene.

Hêjayî gotinê ye ku dewleta Tirk desteka komên çekdar ên girêdayî hikumeta El-Wifaq li Terablûsê û derdora wê dike, ku bi alîkariya Tirkiyê, beriya niha komên çekdar dikaribû bajarê Xiryan a stratejîk bike.

(jo)


Mijarên Din