Artêşa Lîbyayê dewleta Tirk wekî dewleteke dijmin bi nav kir

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Libyayî Ehmed Mismarî, got: “Tirkiye dewletek dijmin e, lê ev gotina me ji bo gelê Tirk nîne, ji ber ku ew jî dibin zilma Erdogan de ne. Rizgarkirina Terablûsê nêz e û wê xisara Erdogan jî gelekî mezin be.”

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Libyayî Ehmed Mismarî, şevê din li ser rewşa Lîbyayê civînek çapemeniyê lidar xist. Ehmed Mismarî di civînê de derbarê helwesta dewleta Tirk a dijî Lîbyayê de jî axivî.

Mismarî destnîşan kir ku Tirkiye bi awayekî rasterast destek dide komên tundirew ên li Lîbyayê û ev helwesta Tirkiyeyê bi zimanekî tund şermezar kir.

Mismarî ji bo Tirkiyeyê gotina “Dewleta dijmin” bikar anî û wiha dom kir: “Tirkiye dewletek dijmine, lê ev gotina me ji bo gelê Tirkiyeyê nîne, ji ber ku gelê Tirk jî dibin zordariya Serokê wê Recep Tayyîp Erdogan de ye.”

Ehmed Mismarî derbarê destekdayîna Tirkiyeyê ya ji bo komên tundirew de hinek belge û wêne nîşan dan û wiha axivî: “Çekdarên artêşa Tirk li cem komên tundirew dijî artêşa Lîbyayê şer dikin. Enqere bi riya artêşa xwe, bi awayekî rasterast û fermî tevlî vî şerî dibe.”

Mismarî destnîşan kir ku rizgarkirina paytexta Lîbya Terablûsê nêz e û wê xisara Recep Tayyîn Erdogan a li Lîbyayê pir mezin be.

Di dawiya gotinên xwe de Mismarî got: “Me li Trablus û Xeryan gelek derbe li navendên milîsên tundurew xistine û şerê me yê dijî terorê û ji bo rizgarkirina xaka Lîbyayê berdewam dike.”

Li aliyê din Parlamentoya Lîbyayê, ji bo leşkerên artêşa Lîbyayê yên di şerê Xeryan ê dijî komên tundirew ên ku Tirkiye û Qeter piştgiriya wan dike de jiyana xwe ji dest dane, 3 roj şîn îlan kir.


Mijarên Din