Artêşa Lîbyayê: Di nava du rojan de 166 çete hatin kuştin

Serokê Odeya Rêveberiya Exlaqî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xalid Mehcûb ragihand ku di operasyonên li Terablusê de gelek çeteyên Tirkiyê û fermandarên terorîstan hatin kuştin.

Mehcûb diyar kir ku di herdu rojên dawî de 26 fermandarên terorîst û milîs  û 140 çeteyên Sûrî hatin kuştin.

Mehcûb ragihand ku artêşa Lîbyayê di 24 saetên dawî de  di şerê li Terablusê de 22 çete û milîs girtin, 8 erebeyên leşkerî yên Tirî û du panzêr wekî xenîmet desteser kirin.

Her wiha anî ziman ku hêzên Lîbyayê di dema heyî de kemînan çêdike.

Xalid Mehcûb anî ziman ku Tirkiyê zêdeyî 10 hezar çete şandine Lîbyayê da ku piştgiriyê bidin hikûmeta Fayîz El-Serac a li Terablusê.

Demek beriya niha Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku serçeteyê Sultan Murad Murad Ebû Hemûd El-Ezîzî di şerê li başûrê Terablusê de hate kuştin.


Mijarên Din