Artêşa Lîbyayê DYA ji ber çavgirtina li hember binpêkirinên Tirkiyê rexne kir

Artêşa nîştimanî ya Lîbyayê daxuyaniya artêşa DYA’yê ya têkildarî gihaştina balafirên leşkerî yên Rûsyayê li welêt û çavgirtina li ser balafirên dewleta Tirk û bi hezaran çeteyên girêdayî wê, rexne kirin. 

Duh fermandariya leşkerî ya DYA’yê ya Afrîkayê  (AFRICOM) diyar kir ku Rûsyayê balafirên leşkerî şandin Lîbyayê.

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî wiha got: "Em matmayî mane ku DYA’yê di daxuyaniya xwe de tevgera Rûsyayê li Lîbyayê anî ziman, lê tevî ew qas binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Lîbyayê, lê ev tişt bi bîr nexist."

El-Mismarî diyar kir ku Qeter baregeha El-Wetiya ya leşkerî ji bo dewleta Tirk amade dike.

DYA’yê wêneyên ku ji ezman kişandibûn, weşandin û da zanîn ku di wêneyan de xuya dibe ku balafirên Rûsyayê li rex artêşa nîştimanî ya Lîbyayê şer dikin.

 


Mijarên Din