Artêşa Lîbyayê gelek cebilxane û 2 firokeyên Tirkiyê rûxandin

Artêşa Lîbyayê gelek cebilxane û çekên pêşketî yên dewleta Tirk ku di vê dawiyê de ji hikumeta El-Wîfaq re şandibûn, di hedefgirtina nuqteyên wan li bajarê Mesratayê de rûxandin, her wiha artêşê 2 firokeyên bêpîlot jî xistin xwarê.

Çapemeniya şer a girêdayî Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku rêzederbeyên asîmanî depoyên çek û cebilxaneyan hedef girtin, ji wê zêdetir jî gelek derbeyên asîmanî li mezreyên ku nuqteyên wan koman in ên li herêma Qedahiyê ya başûrê Boqerînê, dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev operasyonên asîmanî ji xebata çeka asîmanî ya artêşa Lîbyayê ye ku çalakiya "Tiyor El-Ebabîl" pêk tîne ku hê jî heta vê kêliyê li dijî nuqteyên hêzên El-Wîfaq berdewam e.

Çavkaniyên leşkerî piştrast kir ku depoyên cebilxane û çekên pêşketî yên Tirkiyê ku di vê dawiyê de ji hêzên El-Wîfaq re hatin şandin ku li dijî hêzên artêşa Lîbyayê şer bikin, hatin bombebarankirin.

Artêşa nîştimanî ya Lîbyayê firokeyeke bêpîlot a duyemîn a dewleta Tirk di navbera 2 saetan de li nêzî baregeha El-Wetiyê xist xwarê.

Berdevkê artêşê Lîwa Ehmed El-Mismarî di civîneke çapemeniyê de soza "surprîzan" dabû Erdogan û çeteyên wî û piştrast kiribû ku dê di tevahî planên wî yên hedefgirtina parçekirina Lîbyayê têk biçin.

(fr)


Mijarên Din