Artêşa Lîbyayê ji bo rawestandina desteka Tirkiyê qedexeya deryayî ragihand

Artêşa Lîbyayê ji duh êvarê ve bi armanca pêşîgirtina li gihandina çekan û alîkariyên leşkerî ji milîsên çekdar ên li paytext Terablusê re, qedexeya deryayî li ser benderên Lîbyayê ragihand. Ev jî piştî belgekirina alîkariyên ku ji gelek aliyên ve tên ji milîsan re ku yek ji van jî Tirkiyê ye, pêk hat.

Çapemeniya şer a girêdayî fermandariya giştî ya artêşa ku ji aliyê Xelîfê Hefter ve tê birêvebirin, bi daxuyaniyekê got: "Bersiva biryara berpirsê giştî yê artêşa Xelîfe Hefter a ku ji biryara qutkirina alîkariyan ji milîsên re ku li herêma rojava dimînin pêk tê, serokerkanê Hêzên Deryayî Ferec El-Mihdî serferberî der heqê hemû Hêzên Deryayî de ragihand, her wiha li tevahiya benderên deryayî yên li herêma rojava qedexe ragihand."

Têkildarî mijarê Hêzên Deryayî yên girêdayî artêşa Lîbyayê gef li kesên ku nêzî benderên li herêma rojava bibin xwar, bi taybet jî Tirkiye.

Hêjayî gotinê ye ku keştiya ji bendera Samsunê ya Tirkiyê dihat ku çek û teqemenî bar kiribû, gihaşt bendera paytext Terablusê.

(eh)


Mijarên Din