Artêşa Lîbyayê komên çekdar ên derveyî qanûnê girtin

Gerînendeyê Tewcîh El-Manewî yê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê efser Xalid Mehcob ragihand ku yekîneyên hêzên çekdar ên Lîbyayê yên girêdayî herêma Tebreq a leşkerî komên çekdar ên li derveyî qanûnê li başûrê herêma Cexbob girtin.

Xalid Mehcob diyar kir ku piştî agahiyên li ser komeke ji sûcdaran hatin ku rê li pêş welatî û nêçîrvanan li herêmê digirin û wan ji bo xwestina fîdyayê digirin û çekên sivik, navîn, moşek û erebeyan bi kar tînin,  şaxê keşfkirinê ya herêma Tebreq a leşkerî bi ketîbeya 108’an hevkarî kir.

Mehcob da zanîn ku piştî şopandina vê komî û diyarkirna cihê wan, ketîbeyê ew girtin. Her wiha komên derqanûnî hewl da çekan bi kar bînin û birevin. Lê pêş derbeyên ketîbeyê li ber xwe nedan û bêyî tu birîndariyan ew girtin.

Mehcob destnîşan kir ku kesên hatin girtin bi balafirê rakirin ku radestî herêma Tebreq a leşkeri bikin.

Di encama perspektîfên fermandariya giştî de ya girtina komên derveyî qanûnê ku hewl bide ewlehî û aramiyê têk bibe, ev oparasyon pêk hat.

(fr)

ANHA


Mijarên Din