Artêşa Lîbyayê li odeya operasyonên hevbeş a çeteyan û efserên Tirk  da

Artêşa Lîbyayê ragihand ku artêşê, odeya operasyonên hevbeş a milîsên çeteyên Sûrî û şêwirmendên Tirk li bargeha Mîtîqiya ya Terablusê kir hedef.

Berpirsê ragihandinê yê Hêzên Operasyona Acdabiya ya girêdayî artêşa Lîbyayê Aqîla Sabir diyar kir ku artêşa Lîbyayê odeya operasyonên hevbeş a efserên Tirk û çeteyên girêdayî wî û milîsên lîbî kir hedef.

Sabir anî ziman: " Hedefkirin piştî girtina agahiyên bêpawer ku milîsên çekdar amadekariyên kiryareke terorîst li dijî sivîlên li Terablusê dikin, pêk hat. Obusên hêzên me derbeyek li wan xist û obusên wan ên hauser, hangar, çek û balafirên bê mirov ku amadekariyên êrişê dikirin, rûxandin."

Berpirsê ragihandinê yê Hêzên Operasyona Acdabiya ya girêdayî artêşa Lîbyayê Aqîla Sabir ragihand ku operasyon armancên xwe pêk anî beriya ku milîs planên xwe yên terorîst pêkî bînin.

Her wiha destnîşan kir ku li piraniya eniyên başûrê paytextê, ji bilî eniya nêzî navenda paytextê dem dem didome, tê de obusên giran û balafir hatin bikaranîn.

 


Mijarên Din