Artêşa Lîbyayê: Li Terablusê çekên Qeter û Tirkiyê hatin rûxandin

Artêşa Netewî ya Lîbyayê ragihand ku çekên Tirkiyê û Qeterê li Terablusê wêran kirine. Her wiha destnîşan kir ku fermendarê artêşê Xelîfe Heftar civînek li dar xist ji bo detayên dawî yên operasyone rizgarkirina paytexta Lîbyayê ji milîsan diyar bikin.

Mudirê Gerînendeya Şîreta Manewî ya Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê general Xalid El-Muhcub di hevdîtinekê de bi Skynews erebî re got: "Di operasyona ku artêşê ya bi pêşengiya Heftar destpê kiriye de rêjeyek mezin ji cabilxaneya leşkerî yên ku ji Tirkiyê û Qeterê gihaştine milîsan li Terablusê hatin rûxandin."

Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ji meha Nîsanê ve pêngava rizgarkirina paytexta Trablusê ji milîsan dabû destpêkirin.

Heftar roja Sêşemê bi fermandarên odeya operasyonên herêma rojava re li avahiya fermendariya giştî ya herêma El-Recme civiya. Li gorî Mehcub civîn bi armanca şopandina operasyonên leşkerî bi awayekî yekser û dayîna perspektîvên  dawîn ji bo ku Terablusê rizgar bikin, li dar ket.

Berpirsê leşkerî got: "Heftar operasyonan li tevahiya eniyan li Sêrt, herêma rojava û herêma başûr bi rêve dibe û dişopîne."

Mehcub wiha domand: "Heftar di civînê de perspektîv dan fermandarên operasyonan û desteyên dawîn ên planên operasyonên meydanî yên ku şerên li paytextê bi dawî dikin û milîsan tune dikin danî. "

Mehcub di nav gotinên xwe de got: "Şerê ku Artêşa Lîbyayê destpê kiriye, rêjeyek mezin ji derfetên milîsan ên ku ji Tirkiyê û Qeterê hatine ji wesayît û balafiran wêran kirine."

Mehcub wiha pê de çû: "Milîsan ketin hundirê Terablusê û derfetên mezin bi dest xistin. Artêşên  me Karîn derfetên wan ji cabilxaneyan, wesayît û amûran wêran bikin. Hinek ji wan ji Tirkiyê û Qeterê bûn."

Mehcub teqez kir ku ji bo rizgarkirina Terablusê tektîkên taybet pêwîst in. mîna rêgirtina li pêşiya êrişên tolhildanê, dabîkirina avahiyên giştî û taybet.

(şx)


Mijarên Din