Artêşa Lîbyayê: Milîsên Terablusê  serokê îstixbarata hikumeta Wîfaqê kuşt

Artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ragihand ku milîsên Terablusê serokê îstixbata hikumeta Wîfaqê Abdulqadir Tehamî kuştiye.

Rayedarê artêşa nîştimanî yê Lîbyayê Xalid Mehcûb ragihand ku milîsên Terablusê serokê îstixbata hikumeta Wîfaqê Abdulqadir Tehamî kuşt.

Mehcûb piştrast kir ku milîsên ‘Newasî’ yên li Terablusê Tehamî revand, îşkence lê kir û di bin îşkenceyê de mir.

Ev geşedan di demeke wiha de pêk hat ku li gelek eniyên başûrê paytexta Terablusê di navbera artêşa Lîbyayê û hêzên hikumeta Wîfaqê şer rû dide.

Duh artêşa Lîbyayê ragihandibû ku balafirên artêşa balafirên bêpîlot ên Tirkiyê yên li başûrê Terablusê xistin xwarê.

(eh)


Mijarên Din