Artêşa Lîbyayê: Şer hîna bi dawî nebûye

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku ji bo piştgiriya çareseriya siyasî wê yekîneyên xwe derveyî Terablusê bi cih kirine û got, şer hîna bi dawî nebûye.

Fermandariya Giştî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate got: "Ji bingehê erêkirina Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Erebî yên Lîbyayê a domandina beşdarbûna xwe di komîteya agirbestê 5+5 de ya bi sponseriya NY‘yê ji bo destekdayîna Lîbyayê û çareseriya siyasî hatiye ragihand, wekî însyatîfeke siyasî û bersivandina daxwazên gel dewlet û rêxistinên ku bi karûberên Lîbyayê eleqedar dibin, her wiha wekî însyatîfeke mirovî ji bo rawestandina herkîna xwîna gelê Lîbyayê û hedefkirina bêserûber a li dijî milîsên li Terablusê ji aliyê milîsên Wîfaqê ve, Fermandariya Giştî yekîneyên xwe derveyî Cerablusê bicih dike, bi şertê ku ku aliyê din agirbestê pêk bîne. Heger agirbest pên neanî dê fermandariyê operasyonên xwe dewam bike û beşdarbûna xwe di komîeya agirbestê ya 5+5 bisekinîne."

Fermandariyê got, şer hîna bi dawî nebûeyê dê heta serkeftinê dewam bikin.


Mijarên Din